Li ser şopa Denîz Firat bi dehan lêgerînvanên heqîqetê

  • 09:05 8 Tebax 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Rojnamegerên mîna Denîz Firat ji bo şopandin û ragihandina êrîşên li ser gel bûne çavên rastiyê. Li ser şopa rojnamevan Denîz Firat bi dehan evîndarên heqîqetê canê xwe gorî welatê xwe kirin.
 
Denîz Firat yekemîn rojnamevana jin e ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Rojnamevanên jin ê kurd her bûne dengê tevahî jinên ku têkoşîn û şerê têkbirina dagirkerî û terorê kirin. Jinan ne tenê di qadên şer de têkoşîn û şoreş ava kirin, ew di qada çapemeniyê de jî bûn xwediyê hêza şoreşê.
 
Niha bi sedan jinên rojnamevan bi dilxwazî û bê navber cihê xwe di qadên çapemeniyê de digirin û roj bi roj xwe li ser mîrateya Gûrbetellî Ersoz û Denîz Firat xebata xwe mezintir dikin.
 
Denîz Firat xwedî rehên welatparêziyê ye
 
Leyla Yildiztan (Denîz Firat) di sala 1984'an de li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Ebexê ya girêdayî bajarê Wanê çavên xwe li cîhanê vekir. Di 15'ê Tebaxa 1992'an de Denîz bi xwişka xwe ya jê biçûktir Şukran (Sarya Reşo) re beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibin. Denîz di nava malbateke xwedî çand û feraseta parastina kurdiyetiyê, mezin dibe. Loma her tim bi zext û êrîşan re rû bi rû diman ku ji gundê xwe koçî bajarê Maku, Urmiya yê Rojhilatê Kurdistanê dibin. Paşê ji neçariyê koçî Xakurkê û gundê Sîdekanê yên Başûrê Kurdistanê dibin. Di salên 1992'an de di navbera PKK'ê û dewleta tirk,  PDK'ê û YNK'ê şerekî giran dest pê dike ku di encamê de gelek jinên têkoşer ku Denîz Firat ji wan hez dikir jiyana xwe ji dest didin. Denîz û xwişka xwe Sarya ji ber ku bi wan bandor dibin biryara beşdarbûn û tolhildanê didin.
 
Evîndara kar û xebatên xwe bû
 
Piştî ku li Kurdistanê kar û xebatên çapemeniya jinê pêş dikevin, Denîz bi xwestek di sala 2007'an de cihê xwe di çapemeniya jinê de digire û dest bi xebatên kovara Tanriça Zîlan dike her wiha ji bo radyoya dengê Welat bernameya Rojeva Jinê çêdike. Di sala 2011'an de Denîz beşdarî xebatên ragihandina YRD'ê dibe ku cihê xwe di beşa nivîskî û dîtbarî de digire. Denîz di sala 2013'an de di konfransa rojnemevanan de weke Koordînasyon tê hilbijartin, paşê li kampa şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rojnemevaniyê dike. Denîz di wê demê de rojnameya Rojeva Welat ya heftane çap dike, ji televîzyona Stêrk Tv re bernameyên taybet çêdike, ji kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dişîne, her wiha ji ajansa JINHA'yê re nûçegîhaniyê dike, carnan nûçeyan ji ajansa ROJNEWS û ANF'ê re çêdikir. Her wiha di dema şopandina şer de bi riya telefonê beşdarî MED Nûçe, Stêrk Tv, Ronahî Tv, Çira Tv, Newroz Tv, IMC Tv , radyoya dengê Welat dibû û nûçeyên lezgîn ji bo ANF'ê dişand.  
 
Denîz Firat bû pêşenga heqîqetê
 
Di sala 2014'an de Denîz li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê, milîsên wargehê û têkoşerên azadiyê de dişopand. Denîz di 8'ê Tebaxê de birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê. Denîz di encama birînên xwe yên giran de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Malbat, rêheval, rojnemevan, têkoşerên azadiyê û gel bi rengekî girseyî merasîma wê li çiyayê Qendîlê çêdikin û paşê bi karwanekî mezin ji Başûr û Bakurê Kurdistanê Rojnemevan Denîz Firat li memleketê wê Wanê li gundê Xecê Xatûnê dispêrin axê. Xwişkên têkoşer Denîz, Binevş Sarya û Bêrîtan Medûsa li ser şopa wê dest bi rojnemevaniyê dikin. 
 
Denîz Firat bi pêşengî û sekna xwe bû hêviyek di dilê hemû jinên kurd de ye. Rojnemevana jin ya yekemîn bû ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û bi dehan rojnemevanên jin li ser şopa wê berê xwe dan qadên şer, berxwedan û lehengiya şervanên azadiyê ji raya giştî re ragihandin. 
 
Agirî, Arîn, Nûjiyan û Dilîşan: Li Kurdistanê bûn dengê jinan
 
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi destên dewlet-netewan hatibûn avakirin di 2014'an êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kirin ku di 13'ê Îlona 2014'an de bi hemû hêza xwe berê xwe dane Kantona Kobanê. Di encama van êrîşan de bajar bi temamî hate rûxandin û bi dehan jin û mêr di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo cîhan dengê berxwedana zarokên gelê Rojhilata Navîn bibihîse, endama çapemeniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Agirî Yilmaz (Meryem Mihmed) li qadê xebat dida meşandin. Di dema şopandina şer de di 13'ê Nîsana 2015'an di encama êrîşên çeteyan de şehîd dikeve. Endama çapemeniya YPJ'ê Arîn Cûdî (Ahîn Îbrahîm) di 31'ê Çileya 2016'an de li Holê ya bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da. Nûçegîhana JINHA'yê Nûjiyan Erhan (Tuba Akyılmaz) li Xanesora Şengalê ji aliyê Çeteyên DAIŞ'ê û pêşmergên Roj ve hedeftê girtin û di 23'ê Adara 2017'an li nexweşxaneya bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest dide. Nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbiş dema ku hemleya rizgarkirina Dêrezorê dişopand bi du hevalên xwe re di 12'ê Cotmeha 2017'an de jiyana xwe ji dest da.
 
Li dijî her cure neheqiyan ew bûn dengê heqîqetê
 
Dewleta tirk û hevakarên wê dixwestin bi destên çeteyên DAIŞ’ê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir bikin. Lê dema dîtin ku çete nikarin pirojeyên wan pêk bînin vê carê dewleta tirk raste rast bi navê xwe dest bi êrîşên ser herêmê kir. Di encama van êrîşan de herêma Efrîn, bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Di dema êrîşan de gelek rojnemevanan berê xwe dane herêmê û xwestin bibin dengê gelê herêm û şervanên wan. Di encama êrîşan de gelek rojnemevanan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo cîhan bi rastiya şerên heyî agahdar nebe, dewleta tirk rojnemevanên li qadê kir armanca êrîşan, di encama van êrîşan de Endama çapemeniya YPJ'ê Eylûl Nûhilat (Ronahî Omer) di encama topbarana dewleta tirk a li ser herêmên Şehbayê di 20'ê  Mijdara 2016'an de jiyana xwe ji dest da. Endama Çapemeniya YPJ'ê Şîlan Botan (Rîm Xişman) di 25'ê Nîsana 2017'an di encama topbarana dewleta tirk ya li ser çiyayê Qereçox yê Dêrîkê jiyana xwe ji dest da. Rûhenda Xemgîn (Şîn Kedro) di dema şopandina êrişên  dewleta tirk ên li ser Efrînê yên di 10'ê Adara 2018'an di berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest da. Endama çapemeniya YPJ'ê Dilovan Gever (Dîlan Ölmez) di dema şopandina êrîşên dewleta tirk li ser Kantona Girê Spî ya herêma Firatê di 13'ê Cotmeha 2019'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Ew bûn dengê berxwedanê
 
Jinên Kurd yên li ser şopa Gurbetlli Ersoz dest bi rojnemevaniyê kirin di her kêliya jiyanê de her ku diçe çapemeniya jinê xurtir dikin û dibin dengê dilê hemû jinên cîhanê. Jinên Kurd bi Gurbetan dest pê kirin, bi Denîzan mezin bûn wê bi Dilovanan bigihêjin lutkeya azadiyê. Piştî şehît bûna Denîz Firat bi hezaran jinên ciwan berê xwe dane qadên çapemeniyê  û soza şopandina rêya heqîqetê dan. Îro jî li hemû qadên Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Jin bi çavên xwe û pênûsa xwe dibin dengê hevrêyên xwe. Gelek jinên rojnemevan di şer de dibin armanca dagirkeran û gelek jinên rojnemevan jî li deverên cuda û bi rêbazên cuda dibin armanca êrîşên dagirkeran. Jin wê bi pênûs û kamereya xwe bibin deng û rûyê rastiya jiyanê.