‘Ji bo zindîkirina azadiyeke nû jin têkoşiyan’

  • 09:03 8 Tebax 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfiya Mûrad, derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmê û bi taybet li ser jinan de  wiha got: ”Tevî ku em ji ber êrîşên dewleta tirk di gelek êş û zehmetiyan de derbas bûn, lê bi têkoşîn û îradeya jinê em êdî digihêjin armancên xwe.”
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê roj bi roj êrîşên xwe li ser herêmê zêdetir dike. Ji bo ku îrade û têkoşîna gel bişkîne jinan ji xwe re dike hedef.  Taybet di herêmên dagirkerî de jin tên revandin, qetilkirin û tecawizkirin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê Wesfiya Mûrad nêrîna xwe bi  me re parve kir.
 
‘Ji bo zindîkirina azadiyeke nû em têkoşiyan’
 
Wesfiya li ser kiryarên dewleta tirk ên di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha got: ”Dema ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir me jî weke jin amadekariyên xwe ji bo zindîkirina azadiyeke nû kir. Dewleta tirk ji roja destpêkê de hebûna Gelê Kurd qebûl nake. Ji bo wê êrîşî herêmên me kir û hin bajarên me xistin bin dagirkeriya xwe de. Di encama êrîşên dewleta tirk de jin zêdetir hate hedefgirtin, tecawiz kirin û revandin. Dema ku  jin bibe xwedî hêzeke mezin wê tu kes nikaribe hêza wê bişkîne.  Dewleta tirk ji rêxistina jinê ditirse, loma hertim jinê dike hedefa xwe.”
 
‘Jina kurd sembola têkoşînê ye ’
 
Wesfiya bal kişand li ser berxwedana jinên kurd, têkoşîna wan û wiha domand: ”Jina kurd ji hemû jinên cîhanê re bû sembola têkoşînê.  Tevî ku jinan gelek zilm dîtin û di komkujiyan re derbas bûn, serê xwe netewandin û têkoşîna xwe mezin kirin. Vê yekê hişt ku kîna dijminan li hember jinan mezintir bibe. Dewleta tirk jî her êrişî jinan dike. Tevî ku em ji ber êrîşên dewleta tirk di gelek êş û zehmetiyan re derbas bûn, lê bi tekoşîn û îradeya jinê em êdî digihêjin armancên xwe. ”