ROJEVA 8'Ê TEBAXÊ YA 2020'AN

  • 09:00 8 Tebax 2020
  • Rojev
*Jinên bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê derbarê derketina Vîrûsa Koronayê ya li herêmê de teqez kirin ku divê gel bi xwe parastina xwe ya ji vîrûsê bike û wiha gotin: “Em bi hêvî ne ku hemû kes vê rewşê cidî bibînin. Biryarên Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel e, bi tedbîrên parastinê re em dikarin jiyanê bidomînin.” BI DÎMEN  
 
*Gundê Setkar a navçeya Elkê, bi xweza û erdnîgariya xwe mirovan sermest dike. Soylemez Temel diyar kir ku li gund jiyan hem zehmet e û hem jî xweş e û got: "Li vir bêtir jin kedê didin û zehmetiyan re rûbirû dimînin, lê belê ew qas jî xweşiyên wê jiyanê jî hene." BI DÎMEN
 
*Ji Rêveberiya Kongreya Stra ya bajarê Dêrikê Wesfiya Mûrad, derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmê û bi taybet li ser jinan de  wiha got: ”Tevî ku em ji ber êrîşên dewleta tirk di gelek êş û zehmetiyan de derbas bûn, lê bi têkoşîn û îradeya jinê em êdî digihêjin armancên xwe.” BI DÎMEN
 
*Rojnamegerên mîna Denîz Firat ji bo şopandin û ragihandina êrîşên li ser gel bûne çavên rastiyê. Li ser şopa rojnamevan Denîz Firat bi dehan evîndarên heqîqetê canê xwe gorî welatê xwe kirin. BI DÎMEN
 
*Tituna Xursê ya bi kalîteya xwe tê zanîn li Geliyê Xursê ya Qoserê tê çandin û niha dest bi komkirinê dikin. Ji komkirinê heta kar û barên wê yêndin jin kedek mezin didin û her wiha ev çakaniya wan ya herî mezin a debarê ye. BI DÎMEN 
 
*Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Edeneyê Suna Îzol derbarê bûyerên tacîz û tecawizê de ku li herêmê zêde bûne de axivî û got ew bang li jinan dikin ku dakevin qadan. BI DÎMEN 
 
*Psîkolog Leyla Turan derbarê êrîşa zayendî ya li hember zarokan balkişand ser berpirsyariya malbat û çapemeniyê û got: “Divê civak li alî zarok bibe xwedî helwest. Divê zarok û malbat tenê neyê hiştin. Divê barê zarok bê sivikirin.”
 
*Sekretera Jinan a SES’ê ya Wanê Seda Guler da zanîn ku Tirkiye zû ketiye pêvajoya normalbûnê û got pêla duyem pêkane û divê tedbîr bi bandortir bin. BI DÎMEN 
 
*Ozgul Yaşa ya li girtîgeha Jinan a Bunyanê girtiye dermankirina wê nayê kirin. Birayê wê Eşref Yaşa got înfaza wê hatiye şewitandin û got: “Divê Ozgul bê emeliyetkirin û dermankirina wê bi rêk û pêk bê kirin.” BI DÎMEN