ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir

  • 13:09 7 Tebax 2020
  • Rojane
EDENE - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Edeneyê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir û diyar kir ku girtî bi zextên derûnî re rûbirû dimînin û li dijî şewba vîrûsê jî tedbîrên baş nayên girtin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, di 21'ê tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Mereşê lêkolîn kir. Piştî komîsyonê bi girtiyan re hevditin kir rapor amade kir û îro li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir. 
 
ÎHD'ê, di raporê de anî ziman ku dema derbasî girtîgehê bûn, di ketinê de lepik nexistin destê wan û dezenfekte nehat kirin. Komîsyonê anî ziman ku tenê germa agirê laşê wan pîvan. ÎHD'ê da zanîn ku li girtîgehê hin gardiyanan maske girê nedabû û wiha cih da raporê: "Li girtigehê li gorî tê xwestin girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtî li dijî şewba vîrûsa koronayê ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin. Ji ber şewbê divê bêtir paqijî bê kirin, Lê bi qasî tê xwestin paqijî nayê kirin.
 
Girtî ji mafê xwe yê çandî û civakî dûr in. Dema girtiyan dijmirên rûmeta mirovahiyê dişkînin. Zextên derûnî yên li ser girtiyan pir zêde ne. Girtî Orhan Doru Abdulsemet Durak nexweşên dil û tansiyonê ne. Beşir Akin nexweşê şekir e. Di çarçoveya şewba vîrûsê de tedbîr baş nayên girtin. Paş paqiji nayê kirin û xwarina baş nadin girtiyan. Serdegirtina odeyan zêde kirine. Dema bi ser kawîşan de digirin odeyan belav dikin û li nava hev dixin. Pirtûkan nadin girtiyan. Dixwazin girtiyan di nîzama eskerî de bidin jimartin."