‘Divê em ji bo Peymana Stenbolê têkoşînê mezin bikin’

  • 09:15 7 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Bertekên jinan yên li dijî daxwaza vekişandina îmzeya Peymana Stenbolê didomin. Jinên Stenbolê diyar kirin ku peyaman Stenbolê ji nîqaşê re vekirin tê wateya plankirina qirkirina jinan. 
 
Peymana Stenbolê ku di mijara pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de gelek girîng e di demên dawî de li Tirkiyeyê ji nîqaşê re hat vekirin û ligel vê jî şîdeta li ser jinê her diçe zêde dibe. Di meha Tîrmehê de mêran 36 jin qetilkirin. 11 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinên jinan diyarkirin ku divê Peymana Stenbolê bi awayekî aktîf bê pêkanîn.
 
‘Wê rê li ber gelek bipêkirinan veke’
 
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Ayşen Ece Kavas got di 2011’an ku peymana Stenbolê hatiye îmzekirin de kêm jin hatine qetilkirin û ji ber vê jî peyman ji bo jinan gelek tiştî îfade dike. Ayşenê daxuyakirin ku pêvajoya Ayasofya ji îbadetê re hatiye vekirin Peymana Stenbolê ji nîqaşê re hatiye vekirin û ev jî niyeta desthilatdariyê ya ‘xurtkirina hêza xwe’ nîşan dide. Ayşenê wiha berdewam kir: “Desthilatdarî pirsigrêkên herî girîng yê vî welatî li gorî xwe bi biryar dike û beşeke mezin a civakê tune dihesibîne. Ji ber vê ez dikarim li ser navê me jinan bêjim ku ji Peymana Stenbolê vekişîn wê bi xwe re gelek binpêkirinan jî bîne.”
 
‘Nikare bê qebûlkirin’
 
Ayşenê bi lêv kir ku bi gotinên wekê ‘Yên ji peymanê derdikevin hene yê îmze dikin hene’ mînak tên nîşan da û ev nikare bê qebûlkirin û got: “Di mehekê de bi dehan jin tên qetikirin û daxwaza derketinê ya ji Peymana Stenbolê jî bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Divê em li ser ‘Çima peyman pêk nayê? Dikare çawa bi bandor pêk bê? Em dikarin qanûnan çawa bi bandor pêk bînin? bifikirin. Peyaman Stenbolê wekheviye. Tu kes nikare vê wekheviyê bigire hemberê xwe.”
 
‘Yên tên ferzkirin polîtîkin’
 
Ji Jin Bi Hevre Xurtin Aylîn Altinay jî destnîşan kir ku yên di qanûnan de wek ‘maf’ tên nasîn di pêkanînan de wek ceza tê dîtin û destnîşan kir ku her roj bi sererastkirinên ku canê mirovan diêşînin şiyar dibin. Aylînê wiha berdewam kir: “Jinên li dijî şîdetê têdikoşin, şîdet û îstîsmarê teşhîr dikin tên binçavkirin û girtin. Yên tên ferzkirin polîtîkin. Ji ber vê jî tiştên tên ferzkirin mirovan matmayî nahêle. Di rewşa Peymana Stenbolê bê rakirin de wê binpêkirinên mafan jî zêde bibin”
 
Nîler Albayrak jî daxuyakirin ku di rewşa Peyman bê rakirin de wê binpêkirin jî zêde bibin û got: “Dixwazin jinan ji qirkirinê derbas bikin. Divê em jin bi hev re têbikoşin û tiştên tên ferzkirin vala derbixin. An jî wê ferzkirinên wisa hebin. Ger îmze bê vekişandin wê zor û zehmetî jî zêde bibin.”