'Em ji xeta têkoşîna jina azad venagerin'

  • 09:13 7 Tebax 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Xwişka têkoşer Hebûn Mele Xelîl Tolhildan, da zanîn ku Hebûn xwedî kesayeteke têkoşer, berxwedêr û dilnizim bû û got: "Daxwaza Hebûnê avakirina civakeke demokratîk û jiyaneke wekhev bû.” Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl jî wiha got: "Emîne hem dayika min bû û hem jî hevala min bû. Rêhevala min Zehra jî ji bo serkeftinê her tim di nava lêgerînê de bû." 
 
Di 23'yê hezîrana 2020'an de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SAIH) komkujiyeke li gundê Helincê yê Kobanê pêk anîn. Di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star ya navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl bi derbasbûna çil rojiya dayik xwe Emîne û rêhevala xwe Zehrayê kir û her wiha xwişka Hebûn Mele Xelîl Tolhildan jî derbarê jiyana xwişka xwe de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Tolhildan di destpêka axaftina xwe de her sê jinên pêşeng bi bîr xist û got: "Di serî de ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê re dixwazim. Jinên ku di nava civakê de dixebitin roleke sereke digirin û tevahiya jinên li herêmê bi rêxistin dikin. Jin civakek ji dûrî serdestî û zilmê ava dikin. Dewletên ku naxwazin jin bibe xwediya mafekî azad, wan ji xwe re dikin hedef. Ne tenê komkujiya gundê Helincê, bi dehan komkujî pêk hatin. Pêwist e ji bo mafê hemû jinan em têbikoşin."
 
'Hebûn xebatekî têr û tijî ji bo tevahî jinan kir'
 
Tolhildan wiha behsa kesayeta xwişka xwe kir: "Hebûn di temenekî pir ciwan de dest bi xebatê rêxistina jinan kir. Her tim di nava gel de bû û jin jî bêtir guh didan gotinên wê. Di nava civakê de dihat hêzkirin. Li dijî koletiya jinan her tim di nava têkoşînê de bû. Hebûn, xwedî kesayeteke têkoşer, berxwedêr û dilnizim bû. Daxwaza Hebûnê avakirina civakeke demokratîk û jiyaneke wekhev bû. Hebûn zordarî qebûlnedikir. Xebatekî têr û tijî ji bo jinan kir. Bi saya têkoşîna Hebûn û rêhevalên wê em gihaştin vê astê. Hêviyên me pir mezin ku mîrasê wê li pey xwe hiştiye em ê biparêzin û xeyalên wê pêkbînin."
 
'Dayika min hevala min bû’
 
Mizgînê jî di destpêka axaftina xwe de behsa jiyana dayika xwe Emîne kir û wiha pê de çû: "Dayika min deriyê mala xwe ji tevahî gel re vedikir û bi hezkirina xwe ji xeta azadiya jin re dihat naskirin. Dema ku çalakiyek an jî civînek bihata orgenîzekirin her tim pêşengtî dikir. Bi taybetî jî di 8'ê Adarê û 15'ê Sibatê de di nava tevgerê de bû. Her wiha roleke girîng di nava şoreşa 19'ê Tîrmehê de lîst. Dayika min li malê dayik bû lê belê hevala min bû."
 
‘Li gel Zehra sînorên rawestandinê tune bûn’
 
Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna rêhevala xwe Zehra û wiha got: "Naskirina min ji Zehrayê di nava kar de bû. Di nava kar de me hevdû bêtir nas kir. Ligel Zehrayê sînorên rawestandinê tune bû. Her tim di nava lêgerînê de bû ku dê çawa jinan birêxistin bike. Zehra ji bo tevahî jinan kedeke bê hempa da, lê tevî wê jî digot em di aliyê rêxistinkirina civakê de kêm mane. Pêwîst e em hîn bêtir xebatên xwe xurt bikin. Zehra hemû rojên xwe dikir xizmeta jin û civakê. Di nava xebatên Kongreya Star de xwedî rol û misyoneke pir mezin bû. Zehra bi çavekî mezin li tevgera jin mêze dikir û dixwest hevsengiyekê di navbera herdu zayendan de çêbike. Dema ku hêza jin dipejire, wê demê dijmintiya dewletê jî dest pê dike. Em ê her tim li ser şopa wan bixebitin."
 
‘Serkeftin para me ye’
 
Mizgînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li qadên ku jinên welatparêz û zane tê de hebin serkeftin wê para wan be. Ji bo wê serkeftin dîsa wê para me be. Em ji xeta  têkoşîna jina azad venagerin. Em ê xeta rêhevalên xwe biparêzin, xwedî li keda wan derkevin û tola wan hilînin."