'Ya girîng ew e ku welatî bi xwe parastina xwe ya ji vîrusê bikin'

  • 09:08 7 Tebax 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen teqez kir ku heta niha Vîrusa Koronayê derbasî Herêma Firatê nebûye û wiha got: " Em Banga hişyarkirinê li welatiyan dikin ku kombûnên zêde di nava civakê de neyên çêkirin, ji bo vîrûs derbasî herêmê nebe û ger ku derbas bibe jî em karibûn pêşî lê bigirin. Ya herî girîng ew e ku welatî bi xwe parastina xwe di malê de bikin."
 
Vîrûsa Koronayê (covid-19) her ku diçe bi awayekî lez li tevahî cîhanê belav dibe.  Herî dawiyê jî derbasî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Desteya tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vê kêliyê 30 kesên bi Vîrûsa Korona ketine belge kiriye, jê 2 kes rewşa wan baş bûne. Sedema belavbûna Vîrusa Koronayê jî kêmbûna tedbîrên xweparastinê ye. Ji ber ku nîşaneyên vîrûsê li pir nexweşan eşkere nebû ji ber vê vîrûs belav dibe. Tevî derfetên kêm ên desteya tenduristîyê dîsa jî kadroyên tenduristîyê hewl didin ku rê li ber belavbûna Vîrûsa Koronayê ya li herêmê bigirin. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen  axivî û ji me re ev mijar bi berfirehî parve kir.
 
'Li Herêma Firatê 5 navendên karantînayê hatine amadekirin'
 
Hedleyê da zanîn ku her ku diçe Vîrusa Koronayê zêdetir li cîhanê belav dibe û wiha pê de çû: "Herî dawiyê Vîrusa Koronayê derbasî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bû, tê texmînkirin ku ji herêmên din yên ku di bin serweriya Rêjîma BAAS'ê de ne derbasî herêmê bûye. Li gor vê hin tedbîrên pêwist hatin girtin. Berê 4 navendên karantînayê li Kobanê hatibûn amadekirin û di vê demê de li navçeya Eyn Îsa ya Herêma Firatê jî navendek hat vekirin.  Bi giştî bûn 5 navendên karantînayê yên li Herêma Firatê. Di dema dawiyê de hin xwendekarên ku li zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dixwendin derbasî Herêma Firatê bûn. Li cihê xwe 5 rojan di karantînayê de bûn û li Eyn Îsa jî 5 rojan ketin karantînayê. Rojane testên wan dihat kirin, rewşa wan dihat şopandin, nîşaneyên Vîrûsa Koronayê li wan derneket.  Têstên wan jî neyînî bûn û piştî wê derbasî  nava malbatên xwe bûn. Di heman demê de du kesên din ji Herêma Cizîrê gumana vîrûsê bi wan re hebû. Kîtên li gel me ku Desteya Tenduristîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji me re şandibûn heta niha em wan bi kar tînin. Dema ku ji bo wan herdu kesan test hat çêkirin erênî derket, lê dema ku kesek kulbûn pê re çêbibe an jî nexweşiya girîp wergirtibe dîsa erênî derdikeve.  Lê ev herdu kes germa laşê wan jî normal bû. Piştre Kîtne din ji me re hatin û encamên wan neyînî derketin. Ev herdu kes heta niha li malê di karantînayê de ne, lê dîsa jî roja di 2'ê Tebaxê de me testa  wan şandin Herêma Cizîrê ji bo tam rewşa wan were zelalkirin."
 
'Em bi hevdu re bibin alîkar û rê li ber belavbûna vîrûsê bigirin'
 
Hedleyê destnîşan kir ser testa PCR ya ji bo zelalkirina Vîrûsa Koronayê ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo Desteya Tenduristîyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatin şandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji aliyê Desteya Tenduristîyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biryar hat girtin ku testa PCR tenê li cihekî were dayîn.  Li gor vê biryarê tenê  li Qamişloyê hat dayîn. Dema ku pêwistî bi PCR çêdibe giştî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê testan dişînin Herêma Cizîrê û li wir encam tê zelalkirin. Ji bo kesên ku ji deverên din derbasî herêmê dibin jî dema ku tên beriya ku têkevin bajêr test ji wan re tên çêkirin. Li gor encamên testa wan em tev digerin. Kesên ku rêya xwe bi Desteya Tenduristiyê naxin jî bila di wê ferqê de bin ku ger vîrûs wergirtibin wê yekser zerarê bidin malbata xwe. Ji bo ku em karibin bi hevdu re bibin alîkar û rê li ber belavbûna vîrûsê bigirin bila yekser bên testa xwe çêbikin. Ger Vîrûsa Koronayê li herêmê belav bibe, li gor dewletên  derve derfetên me pir kêm in.  Ji bo vê jî em banga hişyarkirinê li gelê xwe dikin ku parastina xwe bikin û kombûna zêde di nava gel de neyê çêkirin. Ji bo vîrûs derbasî Herêma Firatê nebe û ger ku derbas bibe jî em karibin pêşî lê bigirin û rê nedin ku di nava welatiyan de belav bibe. Ya herî girîng ew e ku welatî bi xwe parastina xwe di malê de bikin."