Jinên Efrînê: Ligel koçberiyê hebûna rihê welatparêziyê berdewam dike

  • 09:04 7 Tebax 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin bal kişandin ser welatparêziyê û gotin: "Em çend koçber bin jî rihê welatparêziyê di dilê Efrîniyan de hatiye çandin. Nêzî sê sal in bêyî ku hêviya dilê me kêm bibe em li ber xwe didin û em roja vegerê xeyal dikin."
 
Welatparêzî nasandina serpêhatiya civakî, dîrokî, erdnîgarî , daxwazkirina azadiya welat û serkeftina wî ye. Welatparêziya rast ew welatparêziya ku ji xwe re wekhevî, azadî, jiyana hevbeş, têkoşîn û berxwedanê rêbaza bingehîn digire. Gelek cûreyên welatparêziyê heye wek welatparêziya hemdem, welatparêziya di dema aştiyê de û welatparêziya di dema şer de ye. Girêdayî mijarê jinên herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin ji Ajansa me re axivîn û qala welatparêziya xwe ya di nava koçberiyê de kirin.
 
'Bi pêşengtiya gel welatparêzî bi pêş dikeve'
 
Endama Meclîsa herêma Efrînê Sûreya Mustafa di dest pêka axaftina xwe de bal kişan welat parêziyê û got: "Di dîrokê de mirov bi rengên komên biçûk jiyana xwe bi hev re didomandin. Weke Gelê Kurd. Kurd li çiyayên Zagros û Torosê li ser bingeha wekhevî, hevbeşî û azadiyê jiyana xwe domandin li wê derê welatparêzî dest pê kir. Welatparêzî tê weteya hezkirina welat, erdnîgariya cihê ku lê dijî û pêşxistina çand û zimanê wê civakê ye. Li cihê ku çand, ziman û parastina erdnîgariyê bi pêşdikeve welatparêziya mirov derdikeve holê. Bi pêşengtiya gel a parastina welat welatparêzî derdikeve." 
 
'Welatparêziya Efrîniyan rê li pêşiya tunekirinê girtin'
 
Sûreya da zanîn ku sekna gelê herêma Efrînê li beramberî êrîşên qirkirinê nîşaneya welatparêziyê bû û wiha axivî: "Dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşên qirkirinê li ser şêniyên Efrînê de da meşandin, berxwedan û sekna gel raveya welatparêziya di şer de bû. Tevî hemû êrîşên der mirovî û hewildana şikandina vîna jinan, jin bûn yek û têkoşînek dan meşandin. Bilindbûna asta rihê welatparêziyê di dil û mêjiyê şêniyên Efrînê de rê li hemberî hemû hewaldanên tunekirinê girt. Bi sedan mînakên ku bi têkoşîn û pêşengtiya xwe ya di nava civakê de kirine û bandora xwe li derdor jî kirine hene. Her wiha mayîna şêniyên Efrînê di bin konan de bi hêviya rojekê vegerin li ser axa xwe nîşaneya rihê welatparêziyê nîşan dide."
 
'Rihê welatparêziyê di dilê Efrîniyan de hatiye çandin'
 
Jina bi navê Fatma Muhemed a ku di kampa Serdem a Kantona Şehbayê de dijî nêrîna xwe ji bo welatparêziyê wiha anî ziman: "Mayina me li Şehbayê ser bingeha vegera Efrînê ye û asta hezkirina me ji bo welat pir pîroz e. Welatparêzî ne tenê di warê berxwedan û têkoşîna gel tê dest girtin, bi taybet jin welatparêziyê herdem di dilê xwe de diçînin  û daxwaza jiyana azad dikin. Em zarokên xwe jî li ser bingeha welatparêziyê perwerde dikin, da ku nifşekî derbasî nifşek din bibe."  
 
'Ligel koçberiyê rihê welatparêziyê berdewam dike'
 
Newroz Şêxo jî ya ku di kampa Serdem de dijî ew jî li ser welatparêziyê wiha got: "Welatparêziya gel girêdan û hezkirina bi axê re dide nîşandan, ji bo vê jî tevî koçberiya şêniyên Efrînê û bi zehmetiyên dijwar re rû bi rû dimînin parastina nirxên xwe û pêşxistina zimanê zikmakî dikin. Nêzî sê sal in bêyî ku hêviya dilê me kêm bibe em li ber xwe didin û em roja vegerê xeyal dikin. Hevbeşî û jiyana hevpar di navbera şêniyên Efrînê de ligel rewşa koçberiyê hebûna welatparêziya rast di rihê wan de rave dike."