ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 7 Tebax 2020
  • Rojev
*Bi boneya 6'emîn salvegera şehadeta rojnemevan Deniz Firat, rêheval û xwîşka wê rojnemevan Binevş Sarya wiha got: "Şehîd Deniz bi rûkenî bi her kesî re di nava danûstandinê de bû û ji bo min îdeola jiyanê bû. Şopa Deniz û rêhevalên wê ya derxistina rastiyê em ê bigihînin serkeftinê." DÎMEN HEYE
 
*Jinên herêma Efrînê ên ku li Kantona Şehbayê dimînin bal kişandin ser welatparêziyê û gotin: "Em çend koçber bin jî rihê welatparêziyê di dilê Efrîniyan de hatiye çandin. Nêzî sê sal in bêyî ku hêviya dilê me kêm bibe em li ber xwe didin û em roja vegerê xeyal dikin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen teqez kir ku heta niha Vîrusa Koronayê derbasî Herêma Firatê nebûye û wiha got: " Em Banga hişyarkirinê li welatiyan dikin ku kombûnên zêde di nava civakê de neyên çêkirin, ji bo vîrûs derbasî herêmê nebe û ger ku derbas bibe jî em karibûn pêşî lê bigirin. Ya herî girîng ew e ku welatî bi xwe parastina xwe di malê de bikin."DÎMEN HEYE
 
* Xwişka têkoşer Hebûn Mele Xelîl Tolhildan, da zanîn ku Hebûn xwedî kesayeteke têkoşer, berxwedêr û dilnizim bû û got: "Daxwaza Hebûnê avakirina civakeke demokratîk û jiyaneke wekhev bû.” Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl jî wiha got: "Emîne hem dayika min bû û hem jî hevala min bû. Rêhevala min Zehra jî ji bo serkeftinê her tim di nava lêgerînê de bû."  BI DÎMEN 
 
*Jinên kedkarên malê ku bi lêdana erbanê jiyana wan guherî diyar kirin ku bi erbaneyê jiyana wan gelek guheriye. BI DÎMEN 
 
*Dîroka binçavkirina di bin çavan de xwe dispêre salên 1980’ê. Têkoşîna malbatên winda jî veguherî têkoşînek rêxistinkirî. Têkoşîna malbatên di rojeva Tirkiyeyê de cih girt bê navber didome.
 
*Bertekên jinan yên li dijî daxwaza vekişandina îmzeya Peymana Stenbolê didomin. Jinên Stenbolê diyar kirin ku peyaman Stenbolê ji nîqaşê re vekirin tê wateya plankirina qirkirina jinan.