Ciwanan atolyeya nifşê Z li dar xistin

  • 16:45 6 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo nîqaşkirina nifşên Z xebateke atolyayê dan destpêkirin. Ciwanên HDP'ê dê bal bikişînin ser karekterên nifşên Z'yê û bandora wê ya li ser civakê.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nîqaşkirina nifşê Z xebatekî atolyeyê dan destpêkirin. Xebat li avahiya HDP’ê pêk hat û parlementer Dêrsîm Dag, endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Berîtan Yaşar, endamê rêveberiya Meclîsa Ciwanan Metîn Yilmaz û gelek ciwan beşdar bûn.
 
Dersîm Dag axaftina vekirina xebata atolyayê kir û bal kişand ser karektera nifşê Z û got: "Em îro ji bo nîqaşkirina nifşê Z kom bûn. Em ê nifşê Z di bin sîbera kapîtalîzmê de çawa mezin dibe nîqaş bikin. Bi taybet ji bandora ku li jinên ciwan dike em ê nîqaş bikin. Kapîtalîz û sîstem çima dixwaze ciwanan parçe bike û tune bike? Kîjan polîtîkayên şer yên taybet didin meşandin? Taybetmendiyên ciwanên li pişt sala 2000’an ji dayîkbûne çine? Ji ber ku îro ciwan berê bingehîn yê civakê ye û pêşeroja me ne. Em ê çawa li hemberî şerê taybet xwe bi rêxistin bikin? Ev mijar dê di xebata atolyayê de bê nîqaşkirin." 
 
Xebata atolyeyê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.