PENa Kurd ji bo malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy sersaxî xwest

  • 16:20 6 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd li ser malpera xwe ya înternetê ji bo malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy metna sersaxiyê parve kir.
 
PENa Kurd li ser malpera xwe ya înternetê ji bo malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy metna sersaxiyê parve kir.Di metna sersaxiyê de wiha hat gotin:" Gulîstan Aksoy li dijî zextên li ser çapemeniyê yên bûne sîstematîk têkoşîn da û ji bo rastiyê bigihêjîne civakê gav paş de neavêt. Pîşeya rojnamegeriyê ji xwe re pîroz didît û tevî hemû zextan li berxwe da. Em wekî PENa Kurd sersaxiyê ji bo malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy dixwazin û em dibêjin li dijî zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan ên li ser rojnamegeran ên bênavber dewam dikin û polîtikayên şer ên dibin sedema koça dawî ya rojnamegeran em ê bêdeng nemîne û têkoşîna di vê qadê de bidomînin."
 
Di berdewamiya metna sersaxiyê de wiha hat gotin:
 
"Ji ber zext zordestî, polîtîkayên şer û êrîşên li dijî Gelê Kurd çapemenî û rojnamegeriya kurd di bin gefan de karên xwe dikin. Rojnameger û nivîskarên kurd ên ku rastiyê dinivîsin û xizmeta berjewendiya sîstemên desthilatdar nakin dibin hedef. Li gor rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ya meha tîrmeha 2020'an binçavkirin, lêpirsîn, êrişên li dijî rojnamegeran dewam kir û niha li Bakurê Kurdistanê 98 rojnameger girtîne. Di encama van polîtikayên şer ên li dijî rojnamegerên kurd de Rojnameger Gulîstan Aksoy a ku di 25'ê Çileyê 1987'an de li Gundê Baqistanê yê Mêrdînê ji dayik bûye û li Berlîna Elmanyayê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. 
 
'Mirov herî zêde dikare xwe bi zimanê xwe îfade bike'
 
Rojnameger Gulîstan Aksoy a li Girê Spî yê Rojava di sala 2015'an de maşîna DAIŞ’ê pê de teqiya û birîndar bû, demek dirêj e li Elmanyayê tedawî dît. Gulistan Aksoy, çend roj berê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Malbata Gulîstan Aksoy cenazeyê keça xwe wergirt û li Mêrdînê defin kir. Gulistan Aksoy a ku di heman demê de li Rabiayê bû şahida komkujiya DAÎŞ'ê di bernameya Dengvedana Peyvê ya Ehmed Huseynî pêşkeş dikir de balê dikşîne ser girîngiya ziman û rojnamegeriya kurdî û wiha dibêje:"Mirov êş û elemên xwe herî zêde dikare bi zimanê xwe rave bike. Mirov herî zêde dikare xwe bi zimanê xwe îfade bike. Têkoşîna di qada rojnamegeriya kurdî de ji bo pêşketina civakê gelekî girîng e. Pêşketina rojnamegeriya kurdî pêşketina dîroka civaka kurd e." Gulistanê di heman demê de berî jiyana xwe ji dest bide biryar dabû ku têkildarî komkujiya Şengalê ku bûbû şahidê wê û bûyerên li Grê Spî pirtûkekê binivîse. Lê temenê wê têra pêkanîna vê biryara wê nekir. 
 
'Tevî hemû zextan li berxwe da'
 
Gulîstan Aksoy li dijî zextên li ser çapemeniyê yên bûne sîstematîk têkoşîn da û ji bo rastiyê bigihêjîne civakê gav paş de neavêt. Pîşeya rojnamegeriyê ji xwe re pîroz didît û tevî hemû zextan li berxwe da. Em wekî PENa Kurd sersaxiyê ji bo malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy dixwazin û em dibêjin li dijî zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan ên li ser rojnamegeran ên bênavber dewam dikin û polîtikayên şer ên dibin sedema koça dawî ya rojnamegeran em ê bêdeng nemîne û têkoşîna di vê qadê de bidomînin.