Li Amedê mirineke bi guman a jinekê

  • 12:54 6 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Li Navçeya Yenîşehîr a Amedê Gulistan Can li serşoka malê mirî hat dîtin. 
 
Di 4'ê tebaxê de li Navçeya Yenîşehîr a Amedê Gulistan Can li mala xwe mirî hat dîtin. Hat diyar kirin ku cenazeya Gulistanê li serşoka malê hatiye dîtin. Ji bo otopsiyê cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî yê. 
 
Hat diyar kirin ku Gulistan nexweşa sarayê bû. Piştî Gulistan li malê mirî hat dîtin hin ajansên nûçeyan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin hedef û bi sernavê "Piştî ku Şaredariya HDP'ê Gulistan ji kar derxist, Gulistan li malê mirî hat dîtin". 
 
Hat zanîn ku dema Gulistan li Şaredariya Peyasê di Yekîneya Mala Jiyana Bê Astengî de kar dikir, ji ber bi hevalê xwe yê xebatê re pirsgirêk jiya di 22'yê cotmeha 2019’an de ji kar hatibû derxistin. Her wiha piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, 3 meh şûnde Gulistan dîsa xistin kar. Gulistan nêzî 10 meh in bi Qeyûm re li Şaredariya Peyasê kar dikir. 
 
Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen, bertek nîşanî nûçeyan da û anî ziman ku tu eleqeya Gulistan û HDP'ê bi hev tune ye. Davut, anî ziman ku Gulistan nêzî 10 meh in di Şaredariya Peyasê de kar dike wiha got: "Em ê têkildarî mijarê lêkolîn bikin û daxuyaniyek berfireh bidin.