Xebata lêgerîna Gulistanê dê sibe dîsa dest pê bike

  • 12:46 6 Tebax 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Hat diyar kirin ku xebata lêgerîna Gulistan Doku wê sibe dîsa dest pê bike û valakirina ava Bendava Ûzûn Çayirê jî hîna dewam dike.
 
Xebatên lêgerîna ji bo dîtina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulîstan Doku di 6’ê tîrmehê de hatibûn bi dawî kirin. Hat diyar kirin ku xebata lêgerînê wê sibe dîsa dest pê bike. Di heman demê de valakirina ava Bendava Ûzûn Çayirê jî hîna dewam dike. 
 
Xwişka Gulistanê  Aygul Doku, da zanîn ku sibe wê binavger bên cihê bûyerê û dest bi xebata lêgerîna binê avê bikin.