‘Li Şehbayê vîrus belav dibe û xeterî li ser kampên koçberan heye’

  • 11:31 6 Tebax 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Rêşîd derbarê belavbûna Vîrûsa Koranayê ya li Herêma Şehbayê de û girtina tedbîrên li hember wê wiha dibêje: “Li Şehbayê vîrûs belav dibe û xeterî li ser kampên koçberan heye. Pêwist e li Şehbayê zêdetir baldarî ji bo civakê bê kirin.” 
 
Bi belavbûna Vîrûsa Koranayê ya li hemû welatên cîhanê, li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyeke mezin bi xwe re anî.  Herêma Şehbayê jî  ya ku koçberên Efrînê tê de dijîn, rewşa xeteriyê cuda ye û mezintir e. Ji ber mirovên ku li wir dijîn di şerd û mercên herî zehmet re derbas dibin. Piştî ku rewşa vîrûsê li Herêma Şehbayê derket û di encamê de 6 kes pê ketin yek ji wan jiyana xwe ji dest da, Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina pêşiya vîrûsê  tedebîrên  girîng girtin. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Tenduristîyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Rêşîd derbarê belavbûna Vîrûsa Koranayê ya li Şehbayê û xeteriyên wê yên li ser koçberan nirxandinên girîng kir û bi me re parve kir. 
 
‘Li Şehbayê metirsiya belavbûna vîrûsê zêdetir e’
 
Hêvînê di destpêka nirxandina xwe de xeteriya belavbûna Vîrûsa Koranayê ya li Şehbayê anî ziman û wiha got: “Bi derketina Vîrûsa Koranayê ya li Şehbayê metirsiyeke mezin bi xwe re anî, ji ber rewşa Şehbayê cuda ye. Yek jê koçberên Efrînê yên ku di kampan de dijîn lê dimînin û ev yek bi serê xwe tehlûke ye. Ya din jî sînorên Şehbayê bi gelek aliyan re vekiriye li aliyekî rêjîma Sûriyê û li aliyekî din jî dagirkeriya dewleta tirk. Lewma xeteriya belavbûna Vîrusa Koranayê ya li Şehabyê ji herêmên dîtir ên ku sînorên wan parastiye  zêdetir e. Dîsa jî em bi hemû derfetên xwe hewil didin ku mirovên  li Şehbayê ji vîrûsê biparêzin.” 
 
‘Peydakirina derman û derfeyên me yên tenduristîyê pir kêm in’
 
Hêvînê di nava gotinên xwe de bal kişand ser girtina tedbîrên ji bo rêgirtina belavbûna Vîrusa Koranayê ya li Şehbayê û wiha domand: “Gavên ku me avêtin ji bo parastin û hişyarkirina gel li ser xeteriya Vîrûsa Korana pir girîng in. Gelê me di wê ferqê de ye ku em bi rewşeke xeter re rû bi rû mane, ji bo wê heya ji me tê em hişyariyê nava gel de dikin. Niha me dest bi hemleya biroşûran kiriye, wê li ser gel bên belavkirin û tê de rêbazên parastina ji vîrûsê şîrove dike. Lê ji aliyê peydakirina derman û derfetên me yên tenduristîyê pir kêm in. Em hêvîdar in ku gelê me jî bi me re bibe alîkar.” 
 
‘Xetereya herî mezin li ser koçberên kampan e’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvînê bal kişand ser rewşa kampên koçberan li Şehbayê û xeteriya belavbûna vîrûsê di hundir kampan de kir û wiha pê de çû: “Li Şehabyê 5 kampên koçberan hene û xeteriya herî mezin li ser kampan e. Ji ber ku çadirên wan pir nêz in, gel hertim li ber deriyên çadirên xwe ji ber germahiyê rûdinin. Jiyana di hundir kampan de bi kêmderfetan jî gelek zehmet e. Ji bo wê me ji bo kampan biryar girtiye ku gel ji kampekê neçin kampa din. Hertim wê kamp bên dezefenktekirin. Hewildanên me ji bo parastina şêniyên kampan pir mezin in. Li Şehbayê vîrûs belav dibe û xeterî li ser kampên koçberan heye.”
 
‘Bila gelê me li tenduristiya xwe miqate be’
 
Hêvînê banga hişyariyê li gel kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Li Herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê vîrûs belav bûye. Li gor agahiyên herî dawî niha hejmar gihiştiye 54 kesan. Ji wan 6 li Şehbayê ne û yek ji wan jiyana xwe ji dest da. Li Til Rifetê 2 kesên din bi vîrûsê ketin, li Keferdaya yek kes û li navçeya Ehresê jî yek kes pêk ket, tevî herdu rewşên doh jî li Şehbayê hejmar gihaşt 6 kesî. Banga me ji bo gelê me hişyarkirin e. Li tenduristiya mala xwe û civaka xwe miqate bin.”