Çalakiya li dijî tundiya polîsan dewam kir: Vegera ji têkoşîna me tune ye

  • 10:06 6 Tebax 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Polîsan êrişî meşa li dijî biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê kirin. Gelek jin hatin binçavkirin. Jinên ku li dijî êrişa polîsan li berxwe dan û daxuyanî dan wiha gotin:"Vegera ji têkoşîna me tune ye."
 
Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Îzmîrê jinan li Îzmîrê li dijî biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê xwestin çalakiya meşê li dar bixin. Jin bi dirûşma "Em ê dev ji mafên xwe bernedin, bila Peymana Stenbolê pêk were" li pêş OSYM a Alsancaka Îzmîrê hatin gel hevdu. Walîtiya Îzmîrê meş qedexe kir. Polîsan êrişî jinên xwestin bimeşin kirin û 16 jin kirin bin çavan. Jinan ji bo jinên hatin binçavkirin çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre daxuyanî dan. Hulya Ulaşoglu û Şengul Çavuş li ser navê jinan daxuyanî xwend. 
 
'Kesên dixwazin peymanê betal bikin berpirsin komkujiyên jinan e'
 
Hulya Ulaşoglu wiha got:"Em dibêjin ji bo parastina mafên xwe bila Peymana Stenbolê betal nebe. Kesên dixwazin peymanê betal bikin berpirsin komkujiyên jinan e. Peymana Stenbolê hem jinan hem jî zarokan li dijî tundiyê diparêze. Ger Peymana Stenbolê beta bibe ev ê peymanên din ên navneteweyî jî têxe bin talûkeyê. Li dijî hemû neheqiyan em ê mafê xwe biparêzin. Vegera ji têkoşîna me tune ye."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşman hat bidawîkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
 
Piştî çalakiyê li kuçeyên Bornovayê binçavkirin dewam kir. Li vir Rengin Oguz û Îsmaîl Temel hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Îsmaîl nobeta epilepsiyê derbas kiriye. Ji ber tenduristiya wî ne baş bû ew ê piştre biçe îfadeyê bide. 
 
Kesên hatin binçavkirin û piştre hatin berdan navên wan wiha ne:Nihal Yılmazarslan, Nilgın Yılmazarslan, Tugba Aratıcı, Alican Kelek, Melodi Zengin, Pınar Usta,Gozde Ece Yuksek, Evrim Çakır, Ebru Akeloğlu, Didar Gul, Zehra Hekimoglu, Eylem Tunalı, Gizem Coşkun, Deniz Cesurer, Melda Barutçu, Cansu Ekmen ve Rengin Oguz.