'Gundê me di eniya pêş a şer de bû'

  • 09:01 6 Tebax 2020
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Nedîme Mistefa ya ku behsa çîroka xwe ya berxwedana li dijî êrîşan kir anî ziman ku jiyana wan di nava zehmetiyên mezin de dibuhure û wiha got:"Operasyonên komkujiyê, koçberî, êş çîrokên me yên rojane bûm. Li dijî hemû zehmetiyan me dev ji têkoşîna xwe bernedan."
 
Di salên 2014 û 2016'an de li Şehbayê DAÎŞ'ê bi kiryarên xwe yên qirêj zilmeke mezin dikir. Yek ji gundên ku zilm û êrişên mezin lê dihatin kirin gundê Heseçêkê bû. Nedîme Mistefa ya 48 salî û ji gundê Heseçêkê behsa çîroka xwe ya di bin zilm û zordestiyê kir. 
 
'Gundê me di eniya pêş a şer de bû'
 
Nedîme di destpêka axaftina  xwe de behsa qetilkirina hevjinê xwe kir û wiha çîroka xwe vegot: "Gundê Heseçêk di navbera Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ’ê de xeta herî pêş bû.  Di rojekê de em hatin dorpêçkirin û di wê rewşê de sê rojan em man. Bi derketina şer a di navbera herdu aliyan de, piştî sê rojan çeteyên DAIŞ’ê ji malên me em derxistin. Ez û şeş zarokên xwe derbasî mala cîranên xwe bûn, lê ji ber di zagona DAIŞ’ê de qedexe bû ku mirov gel hev di malekê de bimînin dîsa em hatin derxistin.  Min zarokên xwe li mala cîranê xwe hiştin û tevî hevjinê xwe vegeriyam malê. Çeteyan xwestin mala me ji xwe re bibin.  Hevjînê min jî xwest ku xeberê bide cîrana ku çete dixwazin malên wan ji wan bigirin. Bi rengekî hovane hevjînê min qetil kirin û tu kesî nikarîbû biçe cenazeyê wî  jî rabike."
 
'Jiyanan me pir bi êş û kelem bû'
 
Nedîme da zanîn ku ji ber dijwariya şer wê nikarîbû biçe cenazeyê hevjînê xwe rabike û wiha domand: "Di navbera 8 saetan de cenazeyê hevjînê min li erdê ma. Ji ber dijwariya şer me nikarîbû cenazeyê wî rakin. Rojane em di nava zeviyan de radizan, ji bilî rengên cuda yên zilm û zoriyê ku ser me dihatin meşandin. Jiyaneke pir bi êş û kelem bû. Gel nikarîbû hovîtiya DAIŞ’ê rabike, lewra ji gund derdiketin. Şûrên bi xwîn amûra tehdîd û qetilkirina mirovan bû. "
 
'Em dixwazin êdî aram bijîn'
 
Nedîme destnîşan kir ku kiryarên hov yên ku di gundê Heseçêkê de rû dan, operasyonên qirkirinê bûn û  wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dema ku min xwest hin pêdiviyan ji mala xwe re bînim, di nava bazarê de erebeyek çeteyan hat û xwe teqand. Di wê bûyerê de ez birîndar bûm û min parçeyek ji lingê xwe xwar. Hovîtiyeke pir mezin li me hat kirin. Bûyerên ku hatine jiyîn heman bûyerên ku niha li Efrînê bi destên dagrikeriya dewleta tirk tê jiyîn. Em dixwazin êdî aram bijîn. Em naxwazin şer êdî dewam bike û em têkoşîna xwe jî didomînin."