ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 6 Tebax 2020
  • Rojev
*Nedîme Mistefa ya ku behsa çîroka xwe ya berxwedana li dijî êrîşan kir anî ziman ku jiyana wan di nava zehmetiyên mezin de dibuhure û wiha got:"Operasyonên komkujiyê, koçberî, êş çîrokên me yên rojane bûm. Li dijî hemû zehmetiyan me dev ji têkoşîna xwe bernedan."
DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku li fabrikaya peçeteyê dixebitin diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên aboriyê ew gelek zehmetiyan dibînin û mecbûr in ku di nava şerdên dijwar de bixebitin. DÎMEN HEYE
 
*Hêvîn Xabûr bi dengê xwe yê zelal û xweş li ser fermana Şengalê stranek nivîsand û ji zarokên Kampa Waşokanî re her dibêje.
DÎMEN HEYE
 
*Huseyîn Aydemîr li Stenbolê di 1995’an de hat binçavkirin û windakirin. Keça wî Dîlan diyar kir ku bi salane li edaletê digerin û yekane daxwaza wan ev e ku cihekî gora wî hebe. DÎMEN HEYE
 
*Parêzvanên jiyanê yê li dijî komkujiya xwezaya li Çiyayên Kazê berxwedanê didomînin got ev têkoşîn ne têkoşîna salekê ya 10 salan e û gotin: “Divê em li dijî tunebûna xwezayê, parastinê bikin. Parastina jiyanê ev e. Ne tenê mijara av û axê ye. Em ê vê di nav demê de hemû bibînin.” DÎMEN HEYE
 
*Dermakar Şeyda Uysal li Sûrê dermanxane vekir û tenê bi jinan re dixebite û ji jinan re qada îstîhdamê diafirîne. Şeydayê da zanîn ku ji jinan hêzê digire û wiha got: “Jinên xwedî derfetên kar in divê ji jinên din re jî bibin alîkar. Ez li vir bang li karsazên jin dikim.” DÎMEN HEYE
 
* Dêrsimiyan bertek nîşanê ku Avzêmên Mûnzûrê ji îhaleyê re hatiye vekirin dan û gotin: “Mûnzûr Baba û Avzêmên cihên ku em ji zarokên xwe re wek mîrate bihêline. Em ê berxwe bidin, em ê destûr nedin ku zirarê bibînin.” BI DÎMEN 
 
* Dayika Î.E ya ku ji aliyê çawişê pispor ve bi tecawizê re rûbirû ma bû wiha got: "Ji bo êdî jin bi tundiya zayendî û nîjadperest neyên serî rakin, bêdeng nemînin." BI DÎMEN