‘Ez çend caran çûm qereqolê min gilî kir lê dîsa jî serbest berdan’

  • 18:06 5 Tebax 2020
  • Rojane
AMED – Jina 39 salî S.P ku ji aliyê mêrê pê re zewicî hatibû birîndarkirin diyar kir ku çend caran wê mêrê pê re zewicî gilî qereqolê kiriye lê hertim serbest hatiye berdan.
 
Di 2’ê Tebaxê beriya êvarê li DîcleKentê ya girêdayî navçeya Peyasê ya Amedê Jina 39 salî S.P ji aliyê mêrê pê re zewicî yê bi navê Z.P bi kêrê hatibû birîndarkirin. Tedawiya S.P li Unîteya Nişdariya Singê ya Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê didome. S.P diyar kir ku wê çend caran mêrê pê re zewicî gilî qereqolê kiriye lê hertim Z.P serbest hatiye berdan.
 
‘Min çend caran gilî kir lê hertim serbest hat berdan’
 
Beriya êvarê mêrê bi S.P’ê re zewicî yê bi navê Z.P wê birîndar kir û di heman demê de Z.P, li hevjînê xwişka wê ya H.T jî lê xistiye û ji cihê bûyerê reviyaye. Hat zanîn ku rewşa H.T ya ku ji aliyê Z.P bi kêrê hat birîndar kirin li jorê wî de sedî 50 wê felc bimîne.
 
‘Îşekence li zarokên min kirin’
 
S.P wiha got: “Ez ji ber tundiya hevjînê xwe berê de çend car çûm qereqolê rûniştim ku hevjînê min bigirin. Min ji wan re got ger ku hûn wî berdin dê ew were me bikuje. Lê dîsa jî berdan. Hevjînê min û malbata wî Hertim li min dixistin. Kurê min ê 14 salî ji bo ku li min nexin li hemberê bavê xwe derdiket. Ji ber vê hevjînê min û birayê wî li kurê min jî dixistin. Carek kurê min ji destê wan îşkence dît û di encama wê bûyerê de gurçikê kurê min îflas kir. Hevjînê min û malbata wî me tehdit kirin ku kes wê bûyerê nebihîse û tundiya li ser min û zarokên min her ku çû zêdetir kirin.”
 
Piştî wan bûyeran malbata S.P îro ji ber rewşa zarokê serî li Şaxa Baroya Amedê ya Zarokan dan.
 
’15 roj berê gotiye ‘Jiyana min di bin xetereyê de ye’
 
Birayê S.P anî ziman ku 15 roj berê S.P dîsa çûye qereqolê û vegotiye ku jiyana wê di bin xetereyê de ye. Her wiha S.P karakolê re aniye ziman ku rewşa derûniya hevjînê wê nebaş e û tundiyê li ser wan zêde kiriye. Lê heya niha em der barê mudaxeleya qereqolê nebûn xwedî agahî.