'Em ê dev ji palgeha zagonî Peymana Stenbolê bernedin'

  • 16:47 5 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Şaxa Tendirustiyê ya Jinê ya TTB'ê, Hekimtiya Jinê ya TTB'ê û Konseya Navendê ya TTB'ê têkildarî Peymana Stenbolê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin vekişandina ji Peymana Stenbolê ew ê bibe sedema tirseke mezin. 
 
Şaxa Tendirustiyê ya Jinê ya TTB'ê, Hekimtiya Jinê ya TTB'ê û Konseya Navendê ya TTB'ê têkildarî Peymana Stenbolê de daxuyiya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo rê li pêşiya tundiya li ser jinê bê girtin divê ji Peymana Stenbolê neyê vekişandin" hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê endama Konseya Navendê ya TTB'ê Bijîşka bi navê Selma Gongor ve hat xwedin. 
 
'Xebatkarên tenduristiyê jî bi tundiyê rû bi rû dimînin'
 
Selmayê wiha got:"Em wekî hekîman hewil didin ku birînên civakê bigirin lê belê di pêşyê de jin gelek xebatkarên tenduristiyê jî dibin mexdûrên tundiyê. Em ê dev ji biryarên xwe yên me di encama têkoşîneke mezin de bi dest xist bernedin. Vekişandina ji Peymana Stenbolê ew ê bibe sedema tirseke mezin. Em bawer dikin ku kesek ji tundiya ku zêde bûye ne razî ye."