Maşîneyên zirxî ketin ava Mûnzûrê

  • 16:31 5 Tebax 2020
  • Rojane
DERSÎM - Maşîneyên zirxî, ji ber projeya peyzajê ku ji bo Kaniyên Ava Mûnzûrê hatine amadekirin, stantên hatibûn danîn rakirin û ketin nava kaniyên Mûnzûrê. Li aliyê din destûr nedan ku gel biçin nava kaniyan. 
 
Kanî û çaviyên Geliyê Mûnzûrê ji bo elewiyên li navçeya Pilûr a Dersimê pîroz in. Li gel bertekên gel jî projeya Kaniyên Munzurê didomin. Qeymeqamiye Pilûrê ji bo projeyê têxin meriyetê ketin herêma Kaniyên Mûnzûrê û destûr nadin ku welatî biçin li wê qadê seyranê bikin. Dîsa destûr nadin ku welatiyên gundên herêmê biçin qada seyranê û stantê dînin. Dîsa destûr nadin ku amûrên diyariyê li wir bên firotin. 
 
Li aliyekî maşîneyên zirxî ketin herêmê, li aliyê din destûr nadin ku welatî û gundî biçin herême. 
 
Gelê herêmê çavî û kaniyên Mûnzûrê ji bo xwe pîroz dibînin û destûr nadin ku zerar bigên çaviyan.