Yek jê jin 10 kes hatin binçavkirin

  • 16:02 5 Tebax 2020
  • Rojane
SÊRT - Di encama biserdegirtina malan a serê sibehê de yek jê jin 10 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de hatin girtin. Piştî lêgerîna polîsan a li malana tevî jina bi navê Kumursa Çan 10 kes hatin binçavkirin. 
 
Kesên navên wan hatin eşkerekirin û di bin çavan de ne wiha ne:"Kumursa Çan, Mehmet Zekeriya Çigir, Musa Kurhan, Ahmet Destan, Cemal Turhan, Mustafa Kılıçaslan, Naci Ozer, Eşref Tekin û Sinan Guneş."
 
Her wiha hat hînbûn ku derbarê Ali Ozan Çelik, Abdullah Gok û Agit Acar de jî biryara girtinê heye lê ji ber ku ne li navnîşana xwe ya îkametgahê bûn nehatine binçavkirin
 
Hat diyarkirin ku kesên sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birine Miduriyeta Emniyetê.