Jinan gotin em dev ji 'Peymana Stenbolê' bernadin

  • 10:14 5 Tebax 2020
  • Rojane
MUGLA - Di meş û daxuyaniya bi dirûşma  em dev ji 'Peymana Stenbolê' bernadin de jinan diyar kirin ku ev dev ji têkoşîna xwe bernadin.
 
Platforma Piştevaniyê ya Jinê ya Bodrumê ya ji Wekheviyê bi em dev ji 'Peymana Stenbolê' bernadin li Qada Camiya Tepecikê meş li dar xist. Jinan pankarta "Em dev jê bernadin Peymana Stenbolê pêk bînin" hilgirtin û dirûşmên "Peymanê pêk bîne jinê bide jiyîn","Bijî piştevaniya jinê","Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî meşê Zuhal Macit, Umut Anil Ozdogan û Nesrin Ozalin metan çapemeniyê xwendin. 
 
'Nîqaşa peymanê jin derxist qadan'
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Peymana Stenbolê ya di 2011'an de hatiye îmzekirinn di 14'ê Adara 2012'an de li Lijneya Giştî ya TBMM'ê ji aliyê AKP, CHP, MHP, BDP'ê ve hatiye qebûlkirin û di 1'ê Tebaxa 2014'an de ketiye meriyetê. Di daxuyaniyê hat gotin:"AKP û serokê serdemê qebûlkirina Peymana Stenbolê wekî serkeftinekê û zêdebûna rêzdariya navneteweyî aniye ziman. Hinek kesên ku Rojnameya Akitê jî di nav de li dijî Peymana Stenbolê îtiraz kirin. Numan Kurtulmuş jî daxuyanî dabû û gotibû divê Peymana Stenbolê ji ber çavên derbas bibe. Ev bûn sedema ku jin derkevin qadan. Nîqaşa peymanê jin derxist qadan."
 
'Divê hûn li pişt peymanê bisekinin'
 
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di navbera dîrokên 1'ê Çileyê 2016 û 31'ê Kanûna 2019'an wekî demeke 48 mehî 652 jin hatin qetilkirin û 132 jin bi tundiya zayendî rûbirû hatin hiştin û 96 zarok hatin tecawizkirin. Em ji AKP'ê re dibêjin vê peymanê nekin mijara nîqaşê. We ev peyman bi xwe îmze kiriye. Divê hûn li pişt peymanê bisekinin. "
 
Daxuyanî bi erbane, def, çepik û dirûşman bi dawî bû.