‘Jinên ciwan pêşeroja tevgera jinên Kurd e’

  • 09:07 5 Tebax 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Endamên Meclîsa Jinên Ciwan yên HDP’ê polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember ciwan û jinên ciwan nirxandin û gotin: “Jinên Kurd yên li Kurdistanê pêşeroja tevgera jinên Kurd e. Ji ber vê jî êrîşê jinên Kurd dikin. Em ê hewl bidin ku hişmendiya jina xurt bê pêşxistin.”
 
Li herêmê di demên dawî de bûyerên îstîsmar û tecwizê zêde bûn û vê jî polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê anî astek nû. Windabûyina Gulîstan Doku, bûyera îstîsmara li Şirnex û Êlihê çend mînakên ji vê ne. Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê der barê mijarê de fikir û nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Azadiya jinê carek din girîngî qezenc kir’
 
Endama meclîsê Zelîha Kocaman da zanîn ku fikra azadbûna jinê carek din girîngî qezenc kiriye û got: “Şîdeta li ser jinê û polîtîkayên înkarê bi hovîtî tê meşandin. Em di vê pêvajoyê de bi şîara ‘civak azad nebe’ nêz dibin. Bûyerên îstîsmar û tecawizê yên demên dawî berhema polîtîkaya didome ye. Bi destê leşker û çawîşên pispor ev didome. Yên civakê ava dikin jin in, xwedî hêzeke mezin in. Nirxên polîtîk ahlaqî û çandî derdixe pêş. Lê desthilatariya mêr vê naxwaze bibîne. Li gorî wan divê mêr li malê xwe bin, dernekevin kolanan.”
 
‘Bi namûsê dixwazin Kurdan bişkînin’
 
Zelîhayê bi lêv ki ku tecawiz û tacîz bi destên çawîşên pispor pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber desthiladarî xwe bi zîhniyeta serdest ya mêr ava dike. Ev polîtîka li herêmê zêdetir e. Sedema vê jî polîtîka tunekirina Kurdan e. Ev polîtîka ne nû ne. Bi salane pêk tên. Dixwazin ku Kurd çiqas deng bilind bikin wê evqas rêxistinbûn hebe. Ji ber vê jî bi namûsê dixwazin Kurdan bidin şikandin. Em di pêvajoyeke ku îradeya Kurdan didin zorê de derbas dibin. Em ê xebata xwe li ser hişmendîkirina jin û zarokan bidin meşandin. Em bêdeng namînin û dengê xwe derdixin.”
 
‘Zîhniyeta wan derxist holê’
 
Endama meclîsê Berîtan Yaşar jî daxuyakirin ku li Tirkiyeyê ciwan ji ber pergala perwerdeyê bi fikaran dijîn û got: “Ciwan li dibistanan bê bandor tên hiştin. Di pergala perwerdeyê ya jiberbûnê de dixitimin. Kesên ku tevlî çalakiyên civakî nabin, ji jiyana civakî dûr diafirînin. Em di perwerdehiyên pîşeyî de vê dibînin. Dîsa di akademiyan de rastî tacîz û tecawizan tên. Di pêvajoya pandemîyê de di perwerdeya onlîneyê de gotinên rektorekî yên weke ‘nede hîskirin em wêneyên tazî yên keçikan jî dibînin’ ket ber dîmenên kamerayê. Vê jî zîhniyeta wan derxist holê.”
 
Berîtanê balkişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û got peyman xwe dispêre wekheviya zayendî û wiha dawî lê anî: “Peyman jinê li her qadê dibîne. Her wiha pêşî li bêcezabûnê digire. Desthilatdarî ciwanan li gorî zîhniyeta yekparêz û muhafazakar digihîne. Lê gelek qadên ku ciwan xwe kanalîze bikin hene. Ciwan xwedî hêza nûbûnê ne. Polîtîkayên li ser ciwan û jinên herêmê bi salane heye. Lê nû nû tê dîtin. Êdî hatiye astek wisa ku mirov êdî bêdeng namînin. Civaka Kurd xwedî kevneşopiyeke berxwedêr e.”
 
‘Jinên ciwan pêşeroja tevgera jinên Kurd e’
 
Berîtanê destnîşan kir ku jinên ciwan yên Kurd pêşeroja tevgera jinên Kurd e û ji ber vê jî rastî êrîşan tên û hewl tê dayîn ku pêşeroja jinên ciwan tune bikin û wiha dawî lê anî: “ Ji bo maf û azadiyên xwe bizanibin em hedef dikin ku xebatan bimeşînin.”