‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’

  • 09:06 5 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Meral Daniş Beştaş, tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Neçareseriya pirsgirêka Kurd bandor li ser hemû mijaran dike. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Heta demokratîkbûn tune be mijara Kurd jî nayê çareserkirin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê tê girtin û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin, bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş balkişand ser hêza Abdullah Ocalan ya di çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn û got ji bo hawira aştiyê ava bibe divê demildest tecrîd bê rakirin.
 
‘Bi tesadufî Birêz Ocalan nebirin Îmraliyê’
 
Meral Daniş Beştaş balkişand ser şert û mercên giran yên tecrîda bi salan didome û pozîsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got  Abdullah Ocalan di mijara rola xwe ya di mijara Kurd û tecrîda li ser pêk tê de gelek nivîs û gotar weşandiye û got: “Di 2020’an de Abdullah Ocalan nîşan daye ku bandora tecrîdê ji zû de ji ser xwe avêtiye. Nexşerêyên ji rayagiştî re parve kiriye nayê dîtin. Em bi rastiyek wisa re rû bi rû ne. Hemû dizanin ku Birêz Ocalan bi tesadufî nebirine Îmraliyê. Der barê vê de civînên taybet hatin girtin. Biryarên ji Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) hatine girtin û helwesta desthilatdariyê di vê mijarê de dizanin. Nêzîkatiyên taybet hene.”
 
‘Esasa polîtika şer mijara Kurd e’
 
Meralê pêvajoya çareseriyê ya navbera 2013 û 2015’an de ya di navbera dewlet û Abdullah Ocalan de bi bîr xist û got her kes bû şahid ku Abdullah Ocalan di mijarên Tirkiyeyê de çiqas bi bandor û xwedî hêza çareseriyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema pêvajoya çareseriyê berdewam dikir di dîroka Tirkiyeyê de nîqaşên herî xurt, bername TV û nivîsên herî xurt hatin meşandin. Heyeta Aqilmendan wê demê hat avakirin. Xebata Lijneya Aqilmenda, komîsyona di bin bana meclîsê de hat avakirin li ser mijara Kurd, Kurd û dîroka Tirkiyeyê de nîqaş meşandin. Divê ew dem neyê jibîrkirin. Ji ber em dikarin di şertên hîn baştir de bijîn. Tirkiye dikare di şertên baştir de bê birêvebirin. Ne tenê gelê Kurd hemû welatiyên Tirkiyeyê ne mecbûr in vê şîdetê bijîn. Mixabin niha esasa polîtîka Tirkiyeyê hem li hundir hem li derve mijara Kurd e.”
 
‘Di mijara Kurd de rola Birêz Ocalan girîng e’
 
Meralê destnîşan kir ku polîtîkayên şer bandor li ser aboriyê jî dikin û di encama şer de welatiyên vî welatî jiyana xwe ji dest didin û wiha pê de çû: “Para herî mezin a xebatên aboriyê ji şer re tên veqetandin. Ev şer dibe sedema mirina van zarokan. Dixwaze mîlîtanekî PKK’ê dixwaze leşker an jî polîsek, di encamê de ev zarokên vî welatî ne. Ev zarokên vî welatî çima dimirin?Ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, mafên azadiyê nayê dayîn, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê didomin. Ji ber vê jî tu kes nikare bêje ku mijara Kurd min eleqeder nake. Ji ber vê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Birêz Ocalan pir girîng e. Biryara şer û girankirina tecrîdê heman tişt e. Kengî hawira aştiyê bê avakirin, nîqaşên demokratîkbûnê bên meşandin tecrîd jî giran dibe.”
 
‘Pirsgirêk ne beka desthilatdariyê ye, pêşeroja Tirkiyeyê ye’
 
Meralê balkişand ser gotina ‘em ne bêçareserî ne, em çare ne’ û got ji vê tecrîdê berjewendiya tu kesî tune û got pirsgirêk ne beka desthilatdariyêye, pirsgirêk pêşeroja Tirkiyeyê ye, pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye û ev tişt bi lêv kir. “Divê şer bi dawî be û tecrîd rabe. Tecrîd êdî bûye rêbazeke cezakirinê. Pirsgirêkên gelê Kurd ji pirsgirêkên Tirkiyeyê serbixwe nîne.”
 
‘Divê Birêz Ocalan wek fîlozofekî bê nirxandin’
 
Meralê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê jî nirxand û got Erdogan û Bahçelî bi israr dibêjin ku pirsgirêka wan bi Kurdan re tune lê diçe Efrînê û li wir Kurdan ji warê wan dike û wiha dawî lê anî: “Dixwaze Kurdên mafên xwe diparêzin tune bikin. Em bi destilatdariyeke ku li dijî goristan û miriyan şer daye destpêkirin re hatine rû hev. Kurdan wek çavkaniya pirsgirêkê dibînin. Tiştên Birêz Ocalan 5 sal berê gotibû em îro dijîn. Divê Birêz Ocalan wek fîlozofekî bê nirxandin. Ji ber pirtûkên wî, nirxandin û nivîsên wî hene. Ji ber vê yekê mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Heta demokratîkbûn tune be mijara Kurd jî nikare bê çareserkirin.”