Elmşê û zarokên xwe di şevnişînê de jiyanek xirab derbas dikin

  • 09:02 5 Tebax 2020
  • Rojane
ÊLIH - Elmşê Elmehmûdî ya ji Tilhemisê koçberê Êlihê dibe di temenekî biçûk de tê zewicandin û zarokên xwe bi xwarina cîran didin wan xwedî dike wiha dibêje: "Ez nejiyam bila zarokên min qedera min parve nekin. Bi me re bibin alîkar."
 
Elmşê Elmehmudîya eslê xwe ji gundê Tilhemisê ye. Di encama êrişên çeteyên DAÎŞ’ê de bavê xwe û 2 birayên xwe wenda dike û ew û birayekî xwe û diya xwe bi hezaran koçberan re berê xwe didin sînorên Tirkiyeyê. Dema ku piraniya van kesan li bajarên weke Amed, Wan, Mêrdî û Rihayê bi cîh dibin malbata Elmşê jî li Êlihê bicih dibin. Ev malbatan di nav şert û mercên dijwar de hewl didin bijîn. Elmşê jî di temenekî biçûk de tê zewicandin û niha jî li Êlihê jiyanek zor derbas dike.
 
Elmşêya li taxa Guney kentê di şevnişînê de bi 2 zarokên xwe yên biçûk û hevserê xwe re dijî. Dema şevnişîna ku Elmşê li ber rawestaye li ber çavê me dikeve em dixwazin pirsa wê bikin. Elmşê dest bi serpêhatiya xwe dike û dibêje “Min zarokatî nedît û di ciwaniya xwe de jî min tu tam ji jiyanê nekir. Tenê daxwaza min ew e ku zarokên min jiyanek xweştir bijîn.”
 
‘Bila zarokên min jiyanek xweş bijîn’
 
Elmşê me vexwend malê û derû dora xwe nîşanî me dike. Şevnişîna ku ji derve xwedî dîmenekî xerab bû di hundir de jî xwedî dîmenekî xerabtir bû. Destşo tenê ji qulekê pêk tê. Mitfax û serşo yek bûn û ew jî mezinahiya wê herî zêde 2 metre ne. Di hundir de xwarinê û xurek hema bêje tune bûn. Xanî jî ji odeyekê tenê pêk tê. Elmşê banê malê û dîwarên wê nîşanî me dike û dibêje ez tenê dixwazim zarokên min jiyanek aramtir bijîn.
 
‘Bi zarokatiya min re ciwantiya min jî herimandin’
 
Elmşê ji me re qala jiyana xwe ya koçberiyê dike û wiha dibêje: “Temenê min 16 salî bû. DAÎŞ’ê bi ser bajarê me de girt û gengeşeyek mezin derket. Bi hezaran kes daketin û reviyan. Em ber bi sînorê tirkiyeyê ve hatin. Di wê demê de bavê min û 2 birayên min tên qetilkirin. Jixwe di nava wê gengeşeyê de min tiştek fam nedikir. Weke ku hundurê min dagirtî be û nikaribe birije. Ez bi diya xwe re hatim Êlihê û li wir hevserê min hatin xwestina min. Gotin min ji xwe rewşa me ne baş e, em xizan in. Divê ku tu xwe xilas kî ji vê jiyanê û bizewicî. Min qebûl kir. Di gotinê de digotin tirkiye cihekî xweş e û herkes tê de dewlemend in. Lê tiştek wek vê gotinê çênebû. Bi zarokatiya min re ciwantiya min jî herimî.”
 
‘Bila zarokên min bixwînin’
 
Elmşê di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Temenê min hema bêje digihije 22 salan. 2 zarokên min hene û jiyana min weke hûn dibînin di bin vê şevnişînê de dirize û diçe. Dema ez nû zewicîm rewşa me baştir bû, lê hevalê min qezayek derbas kir û niha jî li ser çopan bi şev û roj kartonan kom dike. Xwarina ku em bixwin tune ye. Her roj cîranek xêra xwe xwarinê dide me. Zarokên min ji birçînan dimirin. Di nava van çar dîwaran de ew jî perîşan bûn. Daxwaza me ew e ku zarokên min weke min nejîn. Bila jiyana wan ne weke ya min be. Ez di şevnişînê de mirim bila ew bixwînin û bijîn ji xwe re.”
 
‘Dixwazim xwe bikujim’
 
Elmşê wiha berdewam kir: “Dema zarokên min birçî dibin yan jî tiştekî dixwazin ku ez nikarim pêşwazî bikim yeqîn dikim xwe bikujim. Diya min jî vegeriyaye Rojava. Jiyana min tev şer, bêrîkrin û hejarî ye. Min ji dewletê jî daxwaz kir ku alîkariyekê bidin me. Ji bo penaberan alîkariyek dihat kirin. Hîna min encamek ji alîkariyê negirtiyê. Hêvîdar im ku ew di demek nêz de bersiva me bidin û ji me re bibin alîkar .”