'Jinê bi projeya netewa demokratîk xwe ji zîhniyeta baviksalarî rizgar kir'

  • 09:01 5 Tebax 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên ji pêkhateya ereb ên Lİ Kantona Şehbayê tevlî kar û xebata Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûne wiha gotin: "Jinan dikaribûn bi rêya projeya netewa demokratîk xwe ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin û ji bo azadiya nasnameya xwe bijî."
 
Jinên  pêkhateya ereb her rastî zîhniyeta baviksalarî dihatin. Bi derketina DAIŞ'ê re mafê jinên ereb zêdetir hat binpêkirin û di bin cilên reş de dihatin hiştin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bayê şoreşê li qadên ereban jî da û jinên ereb xwe ji  zîhniyeta baviksalarî rizgar dikin û ji bo civaka xwe têdikoşin. Niha li Kantona Şehbayê jinên ji pêkhateya ereb di kar û xebata Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digirin û ji xwe re projeya netewa demokratîk bingeh digirin. Jinên ji pêkhateya ereb girêdayî karên xwe nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
 
'Çeteyan cilên reş li ser jinê ferz dikirin'
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Şehbayê Rifet El- Ehmed ji gundê Til Eran a Kantona Şehbayê ye çîroka xwe wiha anî ser ziman: "Temenê min 50 salî ye û ez xwediyê 5 zarokan im. Ez di 18 saliya xwe de zewicîm. Di civaka ereban de jî zehmetî hene, ji bo wê her jinek çîrokek wê ya bi êş heye. Dema çeteyên  DAIŞ'ê gundê me dagir kirin, zordariya wê zêdetir bû û mirov li pêşiya çavê me qetil dikirin. Her wiha çeteyan cilên reş li ser jinê ferz dikirin, jinên ku van cilan red dikirin rastî îşkenceyê dihatin. Dema ez van kêliyan tînim ser ziman ez cardin wan rojan dijîm."
 
'Ez li pirsgirêkên jinan guhdar dikim û çareseriyan peyda dikim' 
 
Rifet balkişand ser kar û xebatê xwe û ev tişt got: "Piştî zilim û zordariya DAIŞ'ê em koçber bûn, dema şervanên azadiyê gundê me rizgar kirin em cardin vegeriyan. Niha ez li navçeya Fafîn a Şehbayê bi malbata xwe re dijîm. Cudabûnek gelek mezin ji jiyana me ya berî şoreşî û niha heye. Gelek pêşketinên ber bi çav di jiyana me de derket holê. Her wiha projeya netewa demokratîk bandor li jiyan, kar û xebatê me kir. Berê jinên ereb rastî kevneşopiyên civakê dihatin, lê niha jin civaka xwe bi rêve dibe û di hemû karan de pêşengtiyê dike. Niha ez di Mala Jinê de kar didim meşandin, ez li pirsgirêkên jinan guhdar dikim û çareseriyan peyda dikim."
 
'Jinên ereb pêşengtiya civaka xwe dikin'
 
Hevseroka Meclîsa navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê Ezîze Beşer a ji gundê Til Eran a Şehbayêye ji bo karê xwe wiha got: " Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinên ereb nikaribûn tevlî kar bibin, ji ber mafê xwe biparêze û ji bo civaka xwe xebat bimeşîne ji destê wê hatibû girtin. Piştî ku sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Şehbayê hat avakirin, min cihê xwe di asta endamtiyê de digirt. Her wiha 7 meh min cihê xwe di Hevseroka Meclîsa navçeyê de jî girt. Niha em weke jinên ereb di hemû karan de cihê xwe digirin û pêşengtiya civakê dikin.  Dema min bi mêran re kar dida meşandin ji bo min çalakiyek mezin bû. Bi perwerdeya birdozî ya fikir û felsefeya Rêber Apo ez pêş ketim. Banga min ji hemû jinên ereb re heye ku ji çarçoveya mala xwe derkevin û tevlî xebata jinan bibin, ji bo em bi hev re pirsgirêkên civaka xwe çareser bikin."