Komîteya Jîneolojiyê ya Mexmûrê ji bo mêran perwerde da destpêkirin

  • 17:01 4 Tebax 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo civakek azad û demokrat bê avakirin û ji bo danesîna Jîneolojiyê, komiteya Jîneolojiyê ji bo mêrên li wargehê  dewreyek a perwerdeyê ku ji 20 kesan pêk tê  li ser navê Şehid Fikrî Baygeldî da destpêkirin. Perwerdeya Jîneolojiyê wê 12 berdewam bike. 
 
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo civakek azad û demokrat bê avakirin û ji bo danesîna Jîneolojiyê, komiteya Jîneolojiyê ji bo mêrên li wargehê  dewreyek a perwerdeyê ku ji 20 kesan pêk tê  li ser navê Şehid Fikrî Baygeldî da destpêkirin. Ev dewreya perwerdeyê diyariyê berxwedana Mexmûrê tê kirin. Di dewreya perwerdeyê de wê dersên "Jîneolojî çi ye?","Dîroka jinê", "Hevjiyana azad", "Civaka demokrat" wê bên dayin". Perwerde wê 12 rojan berdewam bike.
 
Beriya vekirina dewreyê ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin, piştî wê li ser navê komiteya Jîneolojiyê, endama Koordinasyona Meclisa Îştarê Nuran Sezgin axivî û got: " Armanca me ew e em civakek azad û demokrat ava bikin û hevjiyana azad bidin jiyankirin. Li wargehê  ev demek dirêj e komiteyek a Jîneolojiyê hatiye sazkirin û armanca wê jî civakek azad, hevjiyanek azad, ferdek azad, civakek demokrat bide avakirin e, ji bo vê jî dem dem di nava wargehê de ji bo perwerdekirina civakê dewreyên perwerdeyê hatin vekirin. Îro bi armanca civakek azad, hevjiyanek azad bidin avakirin ji bo mêran dewreyek perwerdeyê me da destpêkirin. "