Li Meletiyê bi pîleya 5.7 erdhej çêbû
- 13:15 4 Tebax 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Şîro ya Meletiyê bi pîleya 5.7 erdhej çêbû. Erdhej li gelek bajarên herêmê jî hat hîskirin.
Li gundê Tepehan ê navçeya Şîro ya Meletiyê erdhejeke tund çêbû. Li gorî Rasatxaneya Kandiliyê erdhej 5 kîlometre di bin erdê de bi pîleya 5.7’an pêk hatiye. Di serî de Xarpêt û Amed erdhej li gelek bajarên herêmê jî hat hîskirin.