'Semîner ji bo avakirina civakeke bi rêxistinkirî girîng e'

  • 11:49 4 Tebax 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Avêste Mustafa derbarê dayîna semîneran a ji bo zanekirina gel a derbarê malbetê de wiha got: "Armanca me ji dayîna semînerên civakî, exlaqî, tendirûstî û fikirî, ew e ku civakek bi rêxistinkirî ava bikin."
 
Bi armanca zanekirina gelê Efrînê yên bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûne û li kamp û gundewarên Kantona Şehbayê bi cih bûne, Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Efrînê bi alîkariya Meclîsa kampa Serdem û Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê dest bi semînerên xwe yên zanekirin, civakî, exlaqî û tendirustiyê kirin. Ev semîner li wargeha Serdem a Kantona Şehabyê di rojên duşem û çarşemê de, bi tevlîbûna hejmarek ji jin, mêr û ciwanên kampê û nêzî 3 saetan tê dayîn. Di semîneran de giranî didin diyalog û nîqaşên di nava gel de û di derbarê zanekirina malbatan a ji aliyê perwerdekirina zarokan. Semîner ji aliyê şêwirmendên civakî û endamên Heyva Sor a Kurdî her wiha endamên Yekîtiya Rewşenbîran tê dayîn. Têkildarî semînerên ku tên dayîn Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêam Efrînê, Avêste Mustafa ji ajansa me re şîrove kir.
 
‘Semîner bandorên erênî li ser civakê dide avakirin'
 
Avêste bal kişand ser koçberbûna şêniyên Efrînê û bandoriyên neyînî yên li ser tenduristiyên wan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Piştî gelê Efrînê di sala 2018’an de bi zehmetiyên dijwar ji cih û warên xwe koçber bûn bi zehmetiyên mezin rû bi rû man. Koçberî li ser şêniyên Efrînê di aliyê derûnî de çêkir, ji ber ji axa xwe dûr ketin. Ev yek jî gelek bi êş e. Koçberî di hemû waran de bandora xwe li ser civakê çêdike. Em jî bi rêya semîneran dixwazin bi semîneran alîkariyê bikin."
 
'Pêwîstiya amadebûna mêr jî di semîneran de hebû'
 
Avêste di dewama axaftina xwe de balkişand ser girîngiya semînerê û wiha domand: "Perwerdekirina gel di nava şert û mercên koçberî yên dijwar de gavek gelek girîng e û bandorek erênî li ser jiyana gel dike. Destpêkê semîner ji jinan re heftê rojekê dihat dayîn û du mehan domand. Semîner bi pêşengtiya Yekîtiyê û Kongreya Star a kampa Serdem hat dayîn. Pêwîstî bi berdewamiya semîneran hebû ji ber vê pêdîvî bi amadebûna mêran a tevî jinê ya di nava semîneran de hebû. Semînerên ku tên dayîn derbarê mijarên rêxistinkirina malbat, tenduristî û perwerdekirina zarokan a bi awayekî rast, hebû."
 
'Armanca me ew e ku civakeke bi rêxistinkirî bê avakirin'
 
Avêste di dawiya gotinên xwe de hêvî û gavên ku di pêşerojê de dê biavêjin anî ziman û wiha bi dawî ki: "Di pêşerojê de amadebûna me ji bo dayîna semîneran a li hemû wargeh û gundewarên Kantona Şehbayê heye. Armanca me ya van semîneran ew e ku em xwe bigihînin hemû gel ji bo perwerde û zanebûna civakê her wiha ji bo ku karibin bandorên erênî li ser wan çêbikin û piştgiriya berxwedana wan bikin. Hêviya me ya mezin jî ew e ku hemû pêkhateyên civakê û di serî de ciwan cihên xwe di semîneran de bigirin ji bo ku karibin civakek bi rêxistinkirî bê avakirin."