Şêniyên Mexmûrê komkujiya Şengalê şermezar kirin

  • 09:21 4 Tebax 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Bi minasebeta 6’emîn salvegera fermana Şengalê ku di 3’ê Tebaxa sala  2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatibû û ji bo bîranîna şehîdên fermanê, li Mexmûrê daxuyanî hat dayîn.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 6’emîn salvegera fermana Şengalê, daxuyani hat dayîn. Daxuyanî bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê bi tevlîbûna şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Koordinasyona Meclîsa Îştarê  Fadîlê Tok ve hat dayîn. 
 
‘Bi hezaran jin, ciwan û zarok di bazaran de hatin firotin û qetilkirin.’
 
Fadilê Tok  tevahî Şehîdên fermana Şengalê bi bîr anî û wiha axivî: “Di seri de 6’emîn salvegera birîna fermana gelê Kurd û civaka me ya Êzidî di şexsê Şehîd Zekî Şengalî, Şehîd Zerdest de tevahî Şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dewleta tirk bi DAÎŞ'ê xwest çar parçeyên Kurdistanê cihê ku fikrê Rêber Apo lê hatî hunandin dagir bike. Armanca dijminê hov, gelê Kurd û rêxistina Rêber Apo ye. Ji ber vê em îro dibînin feman li ser gelê kurd tê kirin.”
 
‘Gelê kurd li hemberî dijmin heta dawiyê şer kir’
 
Fadilê Tok axiftina xwe wiha berdewam kir: “ Ji ber ku destên qirêj ên dewletên navneteweyî di hevkariya dewleta dagirker a tirk de hebû hemûyan heta dawiyê piştgirî dan êrişan û bêdeng bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê bi hêza dewleta tirk êrişê gelê Kurd kir û qêtil kirin. Bi banga Rêber Apo, hereketa Azadiyê û ciwanên Kurdistanê li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê li çar parçeyên Kurdistanê şer kir û Kurdistan ji dijminan paqij kir.“
 
‘Hêza xwe ji şehîdên xwe bigirin û şopdarê rêya wan bin’
 
Fadilê Tok wiha bi dawî kir: “ Em wekî gelê kurd û gelê wargehê  Şehidên Fermana Şengalê û çar parçeyên Kurdistanê bi bîr tînin û heta dawî  her tim hêza xwe ji şehîdên xwe bigirin û şopdarê rêya wan bin.”