Ji bo astengdaran qursa kurmancî: Fêrbûna kurdî mafê me ye jî

  • 09:02 4 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê  ji bo kesên astengdarên çavan qurseke taybet a fêrbûna kurmancî daye destpêkirin.
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ) bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê  ji bo kesên astengdarên çavan qurseke taybet a fêrbûna kurmancî daye destpêkirin. Qurs bi awayekî online ji bo asta yekemîn di 17’ê Tirmehê de hatibû destpêkirin û heta 3 mehan dê bidome.
 
‘Em bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re ketin nava têkilîyê’
 
Serokê Komeleya Astengrarên Çavan a Dîcleyê û Federasyona Pêkhateyên Bêastengan Abdulmecît Yilmaz têkildarî armanc û xebatên qursê kurmancî de axivî. Abdulmecîd anî ziman ku ew xebatên xwe di qada mafan de dimeşînin û wiha got: “Dema pêvajoya pandemiyê de herî zêde komên astengradar jê bibandor bûn. Em jî li ser fikirîn ku tiştekî çawa bikin. Me ewilî platformek ava kir ku qene kesên astengdarên çavan û yên din bi hev re di nava têkiliyê de bin. Di platformê de armanca me perwerdehî û xebatkarên li ser agahiyê bû. Lê di platformê de endamên me yên ji bajêrê tirkiyeyê jî hebûn û gava hevalên me di navbera xwe de bi kurdî qise dikirin bala yên din jî dikişand û wan jî xwestin fêrî zimanê kurdî bibin. Em jî bi wî awayî bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re ketin nava têkilîyê. Wan jî di vî milî de piştgirîya xwe kêm nekirin û me bi wî awayî dest bi qursa kurmancî kir.”
 
‘Ev xebata me ji bo astengdarên çavan gaveke nû û dîrokî ye’
 
Abdulmecît diyar kir ku dersa wan li ser platformekê bi navê tîmtokê dimeşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dersên me her roja înê saet di 20:00-30'yan dest pê dike heya saet 23:00-30 didome. Hevalên me hem bi rêya telefonê hem jî bi rêya kompûterê dikarin tevlî dersê bibin. Di telefon û komputuran de bernameyên me yên ji bo astengdaran heye. Ev bername ekranên telefon û komputurê bi awayekî dengî ji me re dixwîne. Çawa kesên ku ne astengdar in li tiştên telefonê xwe dinihêrin û dixwînin em jî wekî wan heman tiştan bi dengî fêm dikin û em bi telefonên xwe bi rê ve dibin. Ders jî bi vî şiklî tê meşandin. Lê kêmasiyek heye ku ew jî derfetên zimanê kurdî di aliyê axaftinê de qels e. Ji ber vê jî temamî pêdiviyên me nayên cih. Alfabeyek me yê standartî ji bo zimanê kurdî nîne. Tenê hevalek me li gorî derfetên xwe Alfabeyek ji bo Brailleyî amade kiriye. Em niha bi Komeleya Lêkolînên Kurdî re di têkiliyê de ne. Hêvî dikim ku di demek kin de bi hevkariya wan alfabeyek Brailleyî ji bo zimanê kurdî wê amade bikin. Ev xebata me ji bo astengdarên çavan gaveke nû û dîrokî ye. Lê belê em di pêşerojê de dixwazin materyalên ku em çêdikin bigihêjin hemû astengdaran. Qene nebe bikaribin pirtûkên kurdî bixwînin û guhdarî bikin. Ji ber ku ziman çand e û em dizaninin ku dema çand winda bû hebûna wan jî tê windakirin. Ji ber vê yekê ji bo pêşxistina zimanê kurdî çi ji destê me were dê em ê bînin cih.”
 
‘Pêdiviya pirtûkên bideng û ferhanga bideng heye’
 
Mamosteya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Nîhal Durdu jî diyar kir ku wan heta niha derseke wiha ji bo astengdarên çavan nedabû û got: “Waneyên me li ser pirtûka Hînker (1) ê ya saziya me çêdibin. Hem Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û hem jî min bi xwe me heta niha derseke wiha ji bo astengdarên çavan nedabû. Bi rastî min jî pir meraq dikir ku em ê çawa bikin û pir bi kelecan bûm. Di dersa ewil de min xwest ewil em hîn bibin ku ders dê çawa bimeşe û bi kîjan rê û rêbazan em ê bikarin dersên xwe baştir bidomînin. Piştî hevnasînê, di dersdayînê de min dît ku ji ber ku sîstema xwendina robotîk ji bo alfabeya kurdî nehatiye çêkirin, xwendekar herî zêde astengiya bihîstina dengên kurdî dikişînin. Ji ber nebûna vê sîstemê, xwendekar nikarin dengên kurdî tam bibihîzin. Ji ber vê yekê ez pirtûka me Hînkerê unîte unîte dixwînim û wek qeyda deng dişînim ji xwendekaran re. Wekî din pêdiviya pirtûkên bideng û ferhanga bideng heye.”
 
‘Ji bo qursê eleqeyeke mezin heye’
 
Nîhalê anî ziman ku ji bo qursê eleqeyeke mezin heye û wiha berdewam kir: “Xwendekarên me kesên astengdarên çavan in. Kesên ku tev li dersan dibin yên ku zimanê dayika xwe dikarin biaxivin jî hene yên ku tirk in û dixwazin kurmancî hîn bibin jî hene. Xwendekar bi eleqeyeke mezin tev li dersan dibin, gelekî çalak û jîr in û hewldaneke wan a mezin heye ji bo hînbûnê. Xwendekarên me hem ji bajarên kurdan hene hem ji bajarên tirkan û hem jî ji Ewropayê hene. Me bi pola asta yekem dest pê kir lê hêviya me ew e ku ji bo hemû astan kesên ku bixwazin perwerdehî bigirin em polan vekin di siberojê de. Armanca vê qursê ew e ku kesên başdarî dersê dibin hînî nivîsandin, xwendin û axaftina kurmancî bibin.”
 
‘Fêrbûna kurdî mafê me jî ye’
 
Mîrozê ku beşdarî vê qursê dibe û 7 sal in astengdarê çavan e diyar kir ku mafê wan jî ji bo fêrbûna zimanê kurdî heye û wiha axivî: “Kurdiya min heye lê hêla rêziman û kurdiya standart de kêmasiyan dikşînim. Min jî xwest bi vê qursê kurdiya xwe pêş bixim. Ji ber ku em zimanê dayika xwe fêr dibin xwe gelek baş hîs dikim û kêfxweş bûm. Fêrbûna zimanê kurdî mafê me jî ye ku em nas bikin. Ne ji ber ku em astengdarên çavan in ji zimanê xwe kêm bibin. Ez niha zimanê xwe fêr dibim û di sibêrojê de dixwazim bibim mamosteya kurdî. Me hertim pirtûkên bi deng yên tirkî guhdarî kir lê pirtûkên bi deng yên kurdî nîne. Em gelek dixwazin pirtûkên bi kurdî nas bikim. Bila ji me re pirtûkên bi kurdî bi deng bixwînin û bişînin.”
 
‘Divê xebatên bi wî awayî zêde bibe’
 
Astengdarê çavan a Eylem Yurtsever jî diyar kir ku di vê pêvajoya kadîbûnê de ji bo kesên astengdaran xebatên wiha gelek bi wate û girîng e û got: “Min her tim dixwest fêrî zimanê kurdî bibim. Bala min li ser zimanan heye. Berê de fêrî zimanên Îngilîzkî û Japonkî bûbûm. Lê herî girîng fêrbûna zimanê dayikê ye. Hînbûna zimanan ji aliyê xwendin û nivisandinê de ji bo me hin dijwartiyan pêk tîne lê di aliyê axaftinê de pirsgirêkek wisa mezin najîn. Ez ji kesên japon zimanê japonkî fêr bûm. Ji ber vê ez nafikirim ku ji bo fêrbûna me ewqas wê dijwaritî pêk bîne. Derfeta ku ji bo me anîn cih gelek baş û meriv kêfxweş dike. Ji bo me xebatek bî wî awayî cara yekemîn e ku hat çêkirin. Kesên ku tenê ji bo hînbûna zimanek jî tevlî dibin henin. Hêvî dikim ku xebatên bi wî awayî zêde bibe.”