Li Şehbayê li dijî rûxandina goristanan daxuyanî hat dayin

  • 08:44 4 Tebax 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbetên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê li hember dewamkirina kiryarên Tirkiyeyê yên di derheqê şehîdan û nirxên gel de daxuyaniyek dan.
 
Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser gorên bakur Meclîsa Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehrez a Şehbayê û bi tevlîbûna malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK’ ê Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbetên Şehîdan hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliya Endama Meclîsê Selwe Reşo ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk di keseyeta Erdogan de hemû hovên dagirker ên cîhanê mîna Hitler û Mussolini derbas kiriye. Erdogan bi navê Islametiyê hemû pêkhateyan dixapîne, lê daxwaza wî vegerandina Impratoriya Osmaniyan e û dixwaze hemû Rojhilata Navîn bixe bin kontrola xwe . Ji bo pêkanîna daxwazên xwe her cureyên komkujî, kuştin, revandin, rûxandin û dizîna xêr û berên gelan, pêk tîne. Dîroka xwînmêjiya dewleta tirk di dirêjahiya dîrokê de û heta roja îro ranewestiyaye. Duh sûra Amed, Cizîr, Şirnex, îro jî pêla hovîtiya xwe derbasî Efrîn, Serêkanî, Girê Spî kiriye. Tu rojên aram di warên dagirkeriyê de derbas nabe her roj komkujî û gelek rêbazên dijmirovî tên jiyîn. Weke ku di Efrînê de destdirêjî ser goristanên şehîdan kirin û rûxandin dîsa di rojên islamîyetê yên pîroz de Erdogan êrîşî goristana Lîcê Amedê kir û nirxên pîroz ên gel dirûxîne û dişewitîne. Ev kiryarên Erdogan ên dijmirovî li ber çavên dinyayê û Rêxistinên Mafê Mirovan tê pêkanîn."
 
Em wekî Meclîsa Malbetên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê peyama xwe ji bo tevahî Rêxistinên peywendîdar rê dikin û daxwaz dikin ku li hember van kiryaran helwestek cidî bê nîşandan û di warê axaftinan de nemîne û derbasî pratîkê bibe. Felsefeya Rêber Apo tarîtiya jiyana gelên bindest ronî kir û wê tu kes nikaribe gelan ji nav vê ronahiyê derbixe."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Qatîl Erdogan" bi dawî bû.