HDK û DBP'ê têkildarî komkujiya Şengalê daxuyanî dan

  • 13:58 3 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî salvegera 3'yê Tebaxê roja komkujiya Şengalê HDK û DBP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin hîn jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê 6’emîn salvegera komkujiya li dijî êzidiyan ku di sala 2014’an de bi destê DAIŞ’ê li Şengalê pêk hat, daxuyaniyên bivîskî dan. 
 
HDK: Hewil tê dayin çand û baweriya Êzidiyan bên rakirin
 
HDK’ê di daxuyaniya xwe de tiştên ku dema komkujiyê pêk hatibûn bi bîr xist û diyar kir ku di tevahiya dîrokê de gelê êzidî ji aliyê hêzên dagirker ve hatine pelçiqandin û di komkujiyan re hatine derbaskirin. Di berdewamê de HDK’ê destnîşan kir ku hewl tê dayîn êzidî ji axa xwe bên koçberkirin û çand û baweriya êzidiyan ji holê bên rakirin û ev tişt got: “Îro jî êzidî bi talûkeya komkujiyê re rû bi rû ne. Li dijî vê talûkeya li hemberî hebûna êzidiyan divê civaka navneteweyî berpirsyariya dikeve ser milê wê pêk bîne. Em êzdiyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve bi hovane hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û bang dikin ku herkes li dijî komkujî û pêkanînên li dijî mirovahiyê têbikoşe.”
 
DBP: Hîn jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî ne diyar in
 
DBP’ê jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku dramên êzidiyan îro jî didomin û ev tişt got: “Hê jî aqûbeta bi hezaran jinên êzidî ku hatin qetilkirin, revandin û li bazarên koleyan hatin firotin nayê zanîn. Tunebûna hewldanên dewletan ên ji bo hînkirina aqûbeta jinên êzidî hêz dide çeteyên cîhadîst. Divê berpirsyarên vê komkujiyê ku weke sûcê li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin, bên darizandin.”