Li Rojava têkildarî 3'yê Tebaxê daxuyanî hatin dayin

  • 13:52 3 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Rojavayê Kurdistanê fermana Şengalê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin.
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û  di encamê de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û piranî jinên Şengalê jî hatin revandin. Heta roja îro çarenûsa pir jinên Şengalê ne diyar e. Girêdayî vê rojê li bajarê Heleb, Hesekê û Şehbayê daxuyanî hatin dayîn û ferman hat şermezarkirin.
 
Mala Êzidiyên Hesekê 3'yê têbaxê bi daxuyaniyekê şermezar kir
 
Di salvegera 6'emîn a salvegera Fermana Şengalê de, Mala Êzidiyan a şaxa Hesekê bi daxuyaniyekê komkujiya Şengalê şermezar kirin.  Di daxuyaniyê de bi dehan endam û rêveberên mala Êzîdiyan ên herêma Cizîrê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Mala Êzidiyan Farûq Tozo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wekî mala Êzidiyan roja 3'ê tebaxê ku ji hemû Êzidîyan re wekî rojek reş tê bibîrxistin, ji bîr nakin. Çeteyên DAIŞ'ê êrîşek hovene di sala 2014'an de li ser Êzîdiyan ve anîn di encamê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û revandin. Pêwist e cîhan tevahî vê fermanê ji bîr neke û lêpirsîn were kirin. DAIŞ destekdayîna xwe ji dewleta tirk digirt û bi navê Islamiyetê xwestin Kurdên Êzîdî qir bikin.
 
Îro jî dewleta tirk a dagirker bi rûyê xweyî eşkere êrşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her wiha Şengalê jî dike hedef, siyaseta ku DAIŞ'ê dida meşandin eynî siyaseta dewleta tirk e ku çawa bi serê gelan komkujî pêk tîne û bi rêbazên hovane êrîşî sivîlan dike. Em wekî  Êzidî berxwedan  û qehremaniya şervanên YPJ/YPG'ê ji bîr nakin ku çawa bi hewara zarok û jinên Êzîdî hatin û li dijî terorê şer kirin.
Em bang li Rêxistinên mafên mirovan dikin ku 3'ê Tebaxê paşguh nekin, wekî Kurdên Êzîdî hebûna me di parastina xaka me de ye em bang li gelê xwe yê koçber dikin ku vegerin warê xwe û warê bav û kalan ji helandin û qirkirinê biparêzin.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
 
Li Şehbayê fermana 73'yan a li ser Şengalê hat şermezarkirin
 
Yekîtiya Êzdiyên herêma Efrînê bi dirûşma "Bi îradeya Kurdên Êzîdî, em ê îxanetê bişkînin û azadiya gel mîsoger bikin" fermana 3'yê tebaxa 2014'an li kampa Serdem a Kantona Şehbayê bi çalakiyan şermezar kirin. Di çalakiya şermezarkirinê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Jinên Êzîdî,  Kongreya Star, Meclîsa Herêma Efrîn û Şehbayê amade bûn.  Her wiha di çalakiya şermezarkirinê de sinevîzyonek têkilldarî fermanê û pêşengehek wêneyan hat pêşkêşkirin. 
 
Paşê Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Herêma Efrînê, Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê û Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi tevlîbûna hemû jinan daxuyaniyek dan.  Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê Orîvan Menen ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû: "Ev bû şeş sal li ser salvegera komkujiya Şengalê re derbas dibe ya ku bi destê DAIŞ'ê di derbarê gelê me ên li Şengalê di 3'ê Tebaxa 2014'an de pêk hatî. Piştî Hikûmeta Başûr Şengal firot û hêzên pêşmerge ji wê derê vekişîn êrîşên hovana pêk hatin. Her Kurdên Êzîdî ji dîrokê ta roja îro rastî qirkirinê hatiye û  di 73'ê fermanan re derbas bûne, her komkujî, kiryarên dijmirovî derheqê kal, jin û zarokan de pêk anîne, her wiha bi hezaran kes dane kuştin.  6500 hatin revandin, 3500 jî bi destê QSD'ê hatin rizgarkirin û heya niha 3 hezar jin jî çarenûsa wan ne diyar e. Bi dehan cihên dîrokî yên pîroz hatin rûxandin, bi hezaran gelê sivîl koçber kirin, jinên Êzîdî hatin firotin û rastî îşkenceyan hatin wek  şewitandin û xistina nava qefesan. Ev kiryar bi giştî di bin navê ola Îslamî de dihat kirin.Armanc girtina jinê tê wateya metirsînek ji vîn, zanebûn û hêza wê ji ber vê ev êrîş pêk hatin. Bi pêşengtiya Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) DAIŞ hat şikandin.
 
Li ser navê Yekîtiya Jinên Êzîdî, Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê em bi tundî van kiryaran şermezar dikin û bangewaziya me ji Rêxistinên Mafê Mirovan ku bi erk û berpisyariyên xwe rabin û rê li pêşiya dagirkeriyê bigirin. Em bêdengiya Hikûmeta Başûr a derbarê van kiryaran de şermezar dikin."
 
Çalakî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.
 
Li Helebê fermana 3'yê tebaxê hat şermezarkirin
 
Di 3'yê tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û di encamê de bi hezaran sivîlî jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn. Girêdayî vê rojê Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya navenda Mala Êzîdiyan a dikeve taxa Şêx Meqsûdê hat dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de alê mala Êzîdiyan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Mala Êzîdiyan Ceylan Misto ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû: "Ji bo salvegera 6’e mîn a komkujiya Şengalê di derheqî gelê me yê Êzîdî de ji aliye çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin em şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ’ê yek ji hêzên herî teror li ser mirovahiyê bi giştî re derbas bû. Ji ber sûcên herî teror bi serê gelê me yê Êzîdî de kir. Piştî ku agahî hat ku DAIŞ’ wê êrîşî Şengalê bikin yekser Hêzên pêşmerge ji Şengalê kişiyan û Şengal û gelê wê bi tene hiştin  xiyanetiya ku kirine qet nayê jibîrkirin. Ger ku Hêza Parastina Gel xwe negihadiba Şengalê û gelê wê û wan ji destê DAIŞ xilas nekirina wê qirîzek mezin û komkujiyên herî xirab bihata çêkirin. Ev ne komkujiya yekemîn e ku bi serê Kurdên me yê Êzîdî de pêk hatiye. Armanc ji van komkujiyan û fermanan ew e ku Kurdên me yê Êzîdî qir bikin û koka çand û dîroka wan tune bikin. Lê her tim vala derdiket,  ji ber em bi dîrok û ola xwe bawer in qet em dev ji şopa bav û kalên xwe bernadin. Piraniya van komkujiyan bi deste dewleta osmanî bû. DAÎŞ jî zarokê dewleta tirk a Osmanî ye. 
 
Kurdên Êzîdî civakek pir kevnar e ji ber wê tunekirina wan  ne tiştekî pir hêsan e weke ku dewleta tirk pê dihizire. Komkujiya 3’ê tebaxê heta niha berdewam dike li cihên ku dewleta tirk dagir kiriye Efrîn , Serekaniyê û Gire Sipî her wiha li Bakur û Rûjhilatî Sûriyê jî komkujiya di derheqê gel dike.
 
Di dawiyê de em bi tundî komkujiya ku li Şengalê bûye şermezar dikin. Her wiha bang li dewletên navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derbikevin û rê li pêşiya dewleta tirk a ku dixwaze sîstema osmaniya vegerîne bisekinin û sînorek ji wî re were danîn. Em hemû bi hev re bibin yek dest da ku em walatê xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin û rê nedin wan ku komkujiyan bi serê me bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.