'Bila 3'yê Tebaxê di qada navneteweyî de wekî jenosîd bê pejirandin'

  • 13:25 3 Tebax 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo-Hêlîn Mihemed
 
HESEKÊ - Jina Êzîdî Sahîra Casim a ku nû hatiye rizgarkirin, da xuyakirin ku ew 7 sal in êşa veqetîbûna ji malbata xwe dikişîne û di salvegera 6'emîn a fermana Şengalê de daxwaz kir ku fermana Şengalê ji aliyê civaka navdewletî ve wekî jenosîd a di derheqê civaka Êzidî de were pejirandin.
 
Di berbanga 3'ê Tebaxa 2014'an de, gel, jin û zarokê Şengalê, çavên xwe li ser êrîş û gulebarana çeteyên DAIŞ'ê vekirin. Bi hezaran Êzidî hatin revandin û di bazarên Sûriyeyê û Iraqê de hatin firotin. Hejmarek ji jin û zarokên Êzîdî ji aliyê hêzên YPJ/QSD'ê ve hatin rizgarkirin, lê çarenûsa bi hezaran jin hîn jî ne diyar e.  
 
Sahîra Casim a ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 3'yê Tebaxa 2014'an de hatibû revandin, ku wê demê 20 salî bû û niha 27 e, beriya demekê tevî kurê xwe yê 5 salî ji Kampa Holê ango ji xetertirîn kampên cîhanê ne, di rêya cîhazê îstîxbaratê re hatin rizgarkirin.
 
'Me hewl da lê dîsa em hatin revandin' 
 
Sahîra kêliyên revandina xwe wiha vedibêje: "Çeteyên DAIŞ'ê dema ku ketin gund, bê ser û ber her der gulebaran kirin, ez û gelek jin, zarok û kal û pîr me berê xwe bi çiyayên Şengalê vekir da ku bikaribin jiyana xwe xilas bikin. Lê çeteyan bi çek û erebeyên xwe yê zirxî beşek mezin ji gel ku ez jî di nav de bûm, dorpêç kirin. Jin û mêr ji hev cuda kirin û me revandin."
 
'Hikûmeta Başûr û ya Iraqê berpirs in'
 
Sahîra got ku Hikûmeta Başûr û ya Iraqê ew bi fermanê re rû bi rû hiştin û wiha dom kir: "Beriya heftryekê ji fermanê, me dizanîbû ku wê DAIŞ êrîş bike, lê me baweriya xwe bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ve anî bû ku wê me biparêzin. Lê berovajî wê kêliya ku DAIŞ êrîş kir, me kesek derdora xwe nedît, em tenê bûn. Hikûmeta Başûr û Iraqê çarenûsa bi sedhezaran Êzîdî bi mirin, revandin, qetilkirin û tecawîzkirinê  re rû bi rû hiştin."
 
'Ji Şengalê, ber bi Mûsil û Sûriyeyê ve'
 
Sahîra da zanîn ku dema hatin revandin çeteyan ew birin Mûsilê û wiha pê de çû: "Piştî jin û mêr ji hev cuda kirin, çeteyan em derbasî dibistana Til Efrê kirin, paşê ber bi Mûsilê ve birin. Li dibistanê gotin û rêbazên ne ji rêzê li hember jinan didan şuxilandin. Tevî ku em tî bûn jî av nedan me. Hîn em li dibistanê bûn, jineke ciwan dikarîbû xwe xilas bike lê niha nizanim çarenûsa wê çi ye."
 
'Jina ku qebûl nedikir ew bi çekê û mirinê tehdît dikirin' 
 
Sahîra bi bîr xist jinên ku birin Mûsilê temenê wan biçûk bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Hemî jinên ku bi min re li dibistanê bûn û hinek jinên din jî, ku temenê wan di navbera 18-25 de, ew bi zanebûn birin Mûsilê. Em 10 rojan li wir man, paşê em birin gundekî hemî jin bûn, ez 3 heyvan li wir ku di nava dojehê de bûn, mam. Piştre em anîn Sûriyeyê. Dema ku ez li gund bûm min bi çavên xwe didît dema ku bi darê zorê û îşkenceyê keç û jinên Êzîdî ji xwe re dibirin, da ku tecawîzî wan bikin. Jina ku qebûl nedikir biçe jî ew bi çekê û mirinê tehdît dikirin."
 
'Mihemed hate kuştin' 
 
Sahîra destnîşanî zewaca xwe ya bi çeteyekî ji Reqqayê re kir û wiha dewam kir: "Piştî ez anîm Sûriyeyê û li Reqayê ji çeteyekî bi navê Mihemed Elî bi rêya dadgeha DAIŞ'ê zewicîm, berê jî bi jineke ji Sûriyeyê ya bi navê (Fatma) re zewicîbû . Piştî salekê Mihemed li Humisê, di encama şerê di navbera DAIŞ û Rêjîma Sûriyeyê de hat kuştin. Piştî kuştina Mihemed ez çûm (Medafê) li Meyadîn a Dêra Zorê ku ew tenê cihê jinên ku hatine berdan û yên ku hevjînên wan di encama şer de hatine kuştin e, li wir mam û careke din nezewicîm."
 
'Me xwe radestî QSD'ê kir'
 
Sahîra radestekirina xwe ya Hêzên QSD'ê wiha vegot: "Piştî ku hêzên QSD'ê nêzî Baxozê bûn, rewşa me girantir bû û di aliyê din de jî hêvî bi min re çêbû. Em jin bi tenê bûn, çeteyan xwe di nava me de veşartin û heya ku me avek ji çem dianî, em rastî guleyan dihatin. Piştî ku agirbest hate ragihandin min û kurê xwe, xwe radestî Hêzên QSD'ê kir, paşê em kontrol kirin û derbasî Kampa Holê kirin."
 
'Ji metirsiya jinên DAIŞ'î min nasnameya xwe neda nasîn'
 
Sahîra sedema nepênasekirina xwe weke jineke Êzidî wiha rave kir: "Jinên DAÎŞ'î min gelekî ditirsandin û digotin eger tu xwe bidî naskirin ew ê malbata te te û kurê te bikujin. Piştre bi rêya cîhazê îstîxbaratî re ez hatim naskirin, ji Kampa Holê hatim derxistin û radestî Mala Êzîdiyan hatim kirin."
 
'Pêwîst e sûcdar werin cezakirin' 
 
Sahîra di salvegera 6'emîn a fermanê de daxwaz kir ku sûcên dewleta tirk a li hember gel û jinên Êzidî werin dîtin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Daxwaza min ew e ku hemî jinên Êzidî ku bi îşkenceyê, tecawizê rû bi rû hatine hiştin werin rizgarkirin. Li hember ewqas sûc pêwist e civaka navneteweyî fermanê wekî jenosîd bipejirîne û sûcdar bi rêya qanûnê werin cezakirin."