Li Şengalê ji bo 3'yê Tebaxê çalakî hat lidarxistin
- 11:47 3 Tebax 2020
- Rojane
ŞENGAL - Civaka Êzidî ji bo şehîdên fermanê ya 3'yê Tebaxê çalakiya rêzgirtinê li dar xist.
Îro di saetên siharê de bi boneya salvegera fermanê ya 6' emîn a xelkê Şengalê saet di 10.00'an de li her cihî di heman demê de ji bo bîranîna hemû şehîdên fermanê şêniyên Şengalê li hev kom bûn û çalakiya rêzgirtinê li dar xistin.
Hemû şêniyên Şengalê, endamên saziyan li Xanesorê li pêş deriyê Meclîsa Giştî ya Gel a Xanesorê kom bûn û ji bo hemû şehîdên fermanê ya 73'yan 3'yê Tebaxê 2014'an deqeyek rêz hat girtin.
Hate diyarkirin îro di saet 16:00'an de jî ji bo bîranîna salvegera fermanê meşek girseyî wê li Nehya Sûnûnê were lidarxistin.