'Çi dibe bila bibe em dev ji çand û kevneşopiya xwe ya têkoşînê bernadin'

  • 09:25 3 Tebax 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Endama Weqfa Jinên Şengalê Riham Hisên têkildarî salvegera komkujiya Şengalê de da zanîn ku tevî hemû zehmetiyan wan rêya têkoşînê hilbijartin û wiha got:"Çi dibe bila bibe em dev ji çand û kevneşopiya xwe ya têkoşînê bernadin."
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran kes hatin revandin, kuştin, qetilkirin û li bazaran hatin firotin. Têkildarî 6'emîn salvegera komkujiya Şengalê Endama Weqfa Jinên Şengalê Riham Hisên nirxandin kir. 
 
'Berî fermanê jiyaneke me ya aram hebû'
 
Rihamê wiha dest bi gotina xwe kir:"Dema em behsa Şengalê ya berê fermanê bikin, her yekî me jiyaneke wan a asayî hebû. Em rixme her tiştî ji jiyana xwe razî bûn û me jiyana xwe rê ve dibir. Debara xwe ya jiyanê dikir. Bi taybet em dema qala jiyana jinên Şengalê bikin jiyanêke wan a xwezayî hebû. Her timî ji bo derdorê jî xêrxwaz bûn." 
 
'Di fermanê de herî zêde jin hedef hatin girtin'
 
Rihamê da zanîn ku di fermanê de herî zêde jin hedef hatine girtin û wiha dewam kir:"Dema fermana 3'yê tebaxa 2014’an qewimî ya ku herî zêde hedef hate girtin jin bûn. Dijminê me vê baş dizanîbû ku dema bixwaze civakê tune bike pewîst dike destpêke jinê bike hedef. Tunebûna jinê tê wateya tunebûna civakê. Ev ne cara yekê ye ku civaka Ezidî ji fermanê derbas dibe. Di Her fermanê de jina Ezidî destpêke hatiye hedefgirtin. Lê li her fermanê jî jin rol û misyona xwe ji bo civaka Ezidi lîstiye. Her daîm li pêş cihê xwe girtiyê û ji bo jinên din jî bûye hêvî. Di nav civaka me ya Ezidi de gelek jinên  peşêng hene û heta roja îro jî bi nav û deng in. Weke stiya Nisra, Zarifa Osê, Meyan Xatûn û gelek jinên din ji bo vê civakê pêşengî kirine hene. Heta roja me îro jî yên ku van jinên pêşeng ji bo xwe kirine pêşeng hene û li ser şopa wan dimeşin.  Bi sedan jinên din jî canê xwe feda kirin ku ji bo nekevin destê DAÎŞ’ê. Ji bo DAÎŞ erîşê wan neke bi dehan jin xwe ji zinaran avêtin, ji seta Misul avêtin, rêhê destê xwe jê kirin, ji bo xwe ji destê wan rizgar bikin gelek rê ceribandin. Ji bo DAÎŞ destê xwe yê qirej direjî wan neke."
 
'Hîn şopên fermanê xuya dikin'
 
Rimahê wiha dewam kir:"Roja me îro jî weke jin em li Şengalê bi şopên fermanê dijîn. Yên ku neketin dest jî ji aliyê derûnî de gelek zehmetiyên me hene û li ser me bandor kiriye. Gelek jinên pirsgirekên derûnî dijîn hene. Lê weke jinên Şengalê tiştê ku me li fermanê dît ne kêm bû û rixme we jî vîna me xurtir bû û em tu carî lewaz nebûn. Vîna me ji her demê zedetir xurt bû û em îro bi vê vîn û baweriyê me li her derê sazî û dezgehên xwe ava kiriye. Weke jin em li her derê cihê xwe digirin.  Yekbûn û tifaqa jinên Ezidî wê bibe bersiva herî mezin ji bo vê fermanê. Îro jin li Şengalê di her saziyê de rola xwe dilîze. Weke saziya çand û huner, folklarên çanda Ezidî, Meclisên jinan heye bi rexistin kirina jinan û bi pirsgirekên jinan mijûl dibe û dixwaze çareser bike. Weqfa Jinê heye em dixwazin bi rêya projeyê ji bo xebatên jinê û bi rêya perwerdeyê em xwe bigihînin hemû jinan. Bi taybet jî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hêza parastina jinên Şengalê heye. Ev ji bo me hêzeke herî mezin û bi hevî ye. Piştî fermanê ev hêz û sazî hatin avakirin û êdî gelê me jî bawer kir ku tu kes nikare weke berê nêzî me bibe û rê li pêşiya me bigire û tu kes nikare careke din fermaneke bi vî awayî bîne serê me. Tiştê ku îro jina Ezidî dîtiye û rêxistinkirina jina Êzidî ne tiştekî ji rêzê ye. Ev wisa ji xwe ber çênebû. "
 
'Me gelek Şehîd dan'
 
Rihamê bal kişand ser kesên di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir:"Ji 360'ê zêdetir şehîd hate dayîn ku heta em hatin vê astê û me xwe rêxistin kir. Bi van berdelan me rêxistin û rêveberiya şêniyên Şengalê ava kir. Ya girîng ji  bo me ew bû ku rêveberiya me ava bibe. Em dikarin li wir xwedî vîna xwe derkevin û bibin deng. Ne yên ku her carê dertên û dibêjin em dikarin bibin vîna Ezidiyan û em dikarin wan biparêzin. Ya girîng ew bû ku em xwe biparêzin û xwe bi rê ve bibin. Rêveberiya Xweser û demokratîk jî bi vî awayî gel wan qebûl kir. Reveberiyê  bi vî awayî dikarî bû vîna Ezidiyan biparezê û rola xwe bilize."
 
'Yekîtî û tifaq gelekî girîng in'
 
Rihamê di heman demê de bal kişand ser girîgiya yekîtî û tifaqê û wiha dewam kir:"Berê fermanê jî rexistinbûyîna me weke niha hebûya wê li Şengalê  jin û zorekên me neketan destên DAÎŞ'ê. Minakekê dixwazim bidim hevalek min ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûbû. Dema hatibû girtin behsa wê rojê dikir. Digot dema DAÎŞ'ê me girt û otobûsek tijî jin û zarok kiribû. Lê DAÎŞ tenê yek kes bû. Digot otobûs tijî jin û zarok bûn lê me wê demê fikir nedikir ku em erîşê wî bikin û xwe xelas bikin. Ji ber ku em ne rexistinkirî bûn. Digot heger fikrê me yê niha hebûya me dikarî bi hêsanî xwe xelas bikira. Di navbera kesên rêxistinkirî û ne rêxistinkirî gelek cudahî heye. Di heman demê de yekîtî û tifaqa Ezidiyan hîn zedetir bûya dîsa me yê bêtir xwe bikariba biparasta. Weke Ş. Mam Zekî jî dibejê ji bo me berê her tiştî tifaq pewîst dike. Yekîtî û tifaq gelekî girîng in. Ew şehîdên me ku ji bo me canê xwe feda kirine pewîst dike ku gotin û hêviyên wan em ji bîr nekin. Em bi saya berxwedana wan îro li vir jiyan dikin û berxwe didin. Em niha çiqas tê kevin rewşekî zehmet jî em gotinên şehidên xwe tu carê ji bîr nakin. Wê rexistina tifaqa Ezidiya ava bike. Bersiva herî mezin ji bo fermanê em bikaribin rexistina xwe mezin bikin û xwedî rexistinkirina niha heye derkevin. Baweriya me heye ku ev rêya şehidên me bi xwîna xwe ji bo me neqişandî em dev jê bernedin."
 
'Dixwazin vê dîroka kevnar û çanda kevnar ji holê rabikin'
 
Rihamê herî dawî wiha got:"Bangaziya min ew e ku Ezidi xwedî ezdatiya xwe derên û ezdatiya xwe nedin tiştekî din. Ji ber ku ev ferman, erîş û eşên ku tên serê me ji ber ezdiyatiya me ye. Dixwazin vê dîroka kevnar û çanda kevnar ji holê rabikin. Pêwist dike edî em tifaqa xwe ava bikin û bibin yek. Em bikaribin bibin yê xwe nebin yê kesên din. Kî/ê çi ji bo me bike jî dawî de nabe ya me. Êdî rêxistina me heye û her tiştekê me heye. Ji bo me mezinkirin û xwedîderketina van pewîst dike. Em vê bingehê  mezin bikin û tevlî rexistinkirina xwe bibin. "