K.S. ya bi tundiyê rû bi rû hat hiştin banga piştevaniyê kir

  • 09:11 3 Tebax 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
WAN - K.S. ya ku rastî tundiya sîstematîk ya mêrê ku pê re zewicandî hat, diyar kir ku ewlehiya canê wê tune ye û wiha got: “Salek piştî zewacê min serlêdan kir. Gotin tenê em dikarin sê rojan biryara dûrxistinê bidin û ez şandim malê.” K.S. hîna bi gumanbarê şîdetê re li heman malê dijî.
 
Mêrên gumanbarê şîdetê ji aliyê darazê ve tên parastin, jinên rastî şîdetê jî tên qerekol wan şûnde dişînin malê. Yek ji van jinan jî K.S ye û li dijî şîdetê banga piştevaniyê kir.
 
Ji qerekolê şandin malê
 
K.S di 2013’an de bi E. S re tê zewicandin û piştî vê rastî şîdeta sîstematîk tê û gelek caran hewl dide biçe qerekolê jî hem malbata wê û hem jî malbata mêrê pê re zewicî wê asteng dikin. K.S da zanîn ku salek piştî zewaca xwe diçe qerekolê û dibêje ewlehiya canê wê tune û qerekol tenê sê rojan biryara dûrxistinê dide û wê dişînin malê.
 
‘7 Sale şîdetê dibînim’
 
K.S ya di 19 salî de hat zewicandin, zaroka xwe ya ewil di 20 salî de tîne dinê. K.S daxuyakirin ku E.S beriya bizewice li mala xwişka wê şîdet li wê kiriye û wiha pê de çû: “Li mala xwişka min şîdet li min kir. Min ji bavê xwe re got min nezewicîne. Bavê min got ‘wê her kes çi bêje’, her çiqas ez îtîraz bikim jî ez zewicandim. Li kuafur ez pir giriyam, min got ez naxwazim bizewicim. 7 sale zewicandîme, 7 sale rastî şîdetê têm.”
 
‘Ez biçim ku alî şîdetê dibînim’
 
K.S destnîşan kir ku di roja duyem a zewacê de xwe li ber derî dîtiye û ev tişt daxuyand: “Min E.S terk kir û ez çûm cem malbata xw. Lê ji ber zextên civakê ez nexwestim. Her roj digotin wê her kes çi bêje. Malbatê piştgirî neda min. Bavê min şîdeta psîkolojîk û fîzîkî li min dike, min şûnde dişîne. Ez berê xwe bidim ku şîdetê dibînim.”
 
‘Lê piştî sê rojan şûnde?”
 
K.S di berdewamiyê de wiha got: “E.S carna bi rojan zarokê min nayne malê. Telefona xwe jî digire. Ez xwe digihînimê dibêje ez li otelê me. Ez li dijî vê şîdetê êdî nikarim bêdeng bimînim. Ewlehiya canê min tune. Qerekolê bi wesayîtek taybet ez birim qerekolek din. Birayê hevjînê min hat li wir ser min de qiriya. Polîs hatin gel me. Min ji polîsan re got hûn dikarin ji bo min çi bikin. Wan jî 3 rojan biryara drxistinê dan. Min jî got lê piştî sê rojan şûnde wê çi bibe. Ez neçar mam vegerim wê cehnemê. E.S pir alkolê digire, carna dibêjim ku wê min bikuje. Zarokê min şahidiya her tiştî dike. Psîkolojiya zarokê min jî xera bûye. Divê demildest hinek destên xwe bidin min. Êdî bes e.”