'Kurdên Êzidî ala berxwedanê li dijî dagirkeran bilind kirin'

  • 09:10 3 Tebax 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Endama Mala Êzîdiyan Rûşîn Mûse di derbarî salvegera fermana 73'yan de wiha dibêje: "Bi pêşengtiya YJŞ'ê artêşa jinên Kurdên Êzîdî hat avakirin û wê ev artêş tola hemû jinên Êzîdî hildin."
 
Di 3'yê tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û di encamê de bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan, koçber bûn û jinên Şengalê jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin. Heta roja îro jî pir jinên Şengalê çarenûsa wan ne diyar e. Di salvgera 6'emîn a fermana Şengalê de Endama Mala Êzîdiyan Rûşîn Mûse nêrîna xwe ji ajansa me re par vekir.
 
'Kurdên Êzîdî ala berxwedanê li dijî dagirkeran bilind kirin'
 
Rûşîn di destpêka gotina xwe de balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Em di destpêkê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kurdên xwe yên Êzîdî şermezar dikin. Dema mirov behsa fermana Şengalê dike yekem êşek giran dikeve dilê me, ji ber tiştên ku li Şengalê qewîmî di tu dîrokan de nehatibû jiyîn. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jinên Şengalê gelek êş dîtin, bi hezaran hatin revandin û bazaran hatin firotin. Di vê komkujiyê de ji zarok heta mezinan para xwe jê girtin. DAIŞ bi darê zorê dixwest Kurdên Êzîdî bike misliman, lê ew bi ser neketin. Rast e Kurdên me yê Êzîdî pir êş dîtin, lê tucaran teslîm nebûn û ala berxwedanê li dijî dagirkeran hildan. Kurdên Êzîdî di gelek fermanan re derbas bûne û gelek caran bi qirkirinê re rû bi rû mane. Armanc ji van êrîşan ew bû ku ola Êzîdiyan qir bikin, lê îro jinên Kurdên Êzîdî bi pêşengtiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) xwe bi rêxistin kirin."
 
'Nirx û mîrasên xwe yên Êzîdî em ê biparêzin'
 
Rûşîn di dewama axaftina xwe de behsa jiyana Kurdên Êzîdî ya piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha domand: "Beriya ev ferman li ser civaka Êzîdî pêk were, gelê me bê perwerde bûn. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin gel neçar ma koçber bibin û pir jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Piştî têkçûna DAIŞ'ê Kurdên me yên Êzîdî li dijî êrîşan rêxistinbûna xwe ava kirin û artêşa xwe bi rêxistin kirin. Her wiha di perwerdeyên birdozî de derbas bûn û rastiya dijminan hîn bûn. Niha gelê me bi awayekî bi rêxistinkirî tev digerin da ku carek din bi fermanek wiha re rû bi rû nemînin. Her wiha pêwist e hemû malbatên me yên Êzîdî zarokên xwe li ser rastiya ola xwe perwerde bikin, ji ber ên ku dîroka xwe biparêzin nifşên pêşerojê ne."
 
'Bi rêxistinbûnê  em ê serkeftina civaka Êzidî mîsoger bikin'
 
Rûşîn herî dawî diyar kir ku pêwist e ew yekîtiya xwe ava bikin û wiha bi dawî kir: "Da ku ev ferman carek din dubare nebe pêwist e em xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Bi yekîtiya xwe em ê hemû fermanan têk bibin. Niha bi pêşengtiya YJŞ'ê artêşa jinên Kurdên Êzîdî hat avakirin û wê ev artêş tola hemû jinên Êzîdî hildin. Bi rêxistinbûnê em ê serkeftina cikaka Êzidî mîsoger bikin.