'Jenosîda sedsala 21'an hevpeymaneke navneteweyî bû'

  • 09:08 3 Tebax 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
LUBNAN - Seroka Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya li Lubnanê Henan Osman fermana 73'an ku di serdema 21'an de li dijî Kurdên Êzîdî pêk hat nirxand û got: "Li peyî jenosîda serdema 21'an hevpeymanên navneteweyî hebû." 
 
Yek ji girantir fermanên derheqê Kurdên Êzîdî di dîrokê de pêk hatiye ya 3'ê Tebaxa 2014'an bû. Bi boneye salvegera 6'mîn a fermanê, Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî li Lubnanê Henan Osman nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir. 
 
'Jenosîda serdema 21'an'
 
Henan got ku yek ji fermanên herî hovane di dîroka mirovahiyê de fermana serdema 21'an bû û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Li dijî civakek ku di nava dîrokê de şaxên xwe vedaye û her banga aşîtiyê kiriye, fermaneke hovane ku mirovahî wê qebûl nake pêk hat. Ne wîjdan û ne jî mirovahî firotin û tecawîzkirina jinên Êzîdî qebûl dike. Jinên Êzîdî kanî û jêdera berxwedan û îradeyê ne. DAIŞ'ê xwest bi tecawîz û firotina jina Êzîdî re nasname, dîrok û çanda Kurdên Êzîdî qir bike."
 
'Berxwedana jinan bi ser ket'
 
Henan bal kişand ser kîna Hikûmeta Iraq, Rêjîma Sûriyê û dewleta tirk a li hember Êzîdiyan û wiha pê de çû: "Di nava rûpelên dîrokê de Hikûmeta Iraq, Rêjîma Sûrî û dewleta tirk xwestine neslê Êzîdîtiyê ji Şengalê hilînin, gund û xwezaya wê bidin şewitandin, lê nikarîbûn ku armancên xwe pêk bînin. Berovajî hovitiya wan berxwedana gel û taybet jinan bi ser ket."
 
'Li peyî fermanê hevpeymanên navneteweyî hebûn'
 
Henan da xuyakirin ku li peyî fermana 3'yê Texabê hevpeymaneke navneteweyî hebû û wiha dirêjî da gotina xwe: "3'yê Tebaxê ne ji rêzê ye, li peyî wê fermanê hevpeymaneke navneteweyî bi serkêşiya DAIŞ û dewlet tirk bi rengekî veşartî  hebû. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî di vê hevpeymanê de cih digire. Rûmet û çarenûsa bi hezaran Kurdên Êzîdî spartin mirinê. Hikûmeta Başûr hevpeyman û berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re dewam dike û ev yek jî dibe pirsgirêka li hember yekîtiya netewî û zirarê dide pirengiya gel û çanda Başurê Kurdistanê. "
 
'NY jî hevkar bû' 
 
Henan bêdengiya NY'ê ya li hember jenosîda 3'yê Tebaxê wiha bi bîr xist: "NY bi erkê xwe yê ji bo wê heyî ranabe û bêdengiya wê li hember jenosîda Şengalê tê wateya hevkariyê. Pêwîstî heye ku di roja me ya îro de, li hember DAIŞ a sûcên ku der heqê jinên Êzîdî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, bi rêya dadgeheke navneteweyî lêpirsîn were vekirin."
 
'rêxistinbûyîna jinên Şengalê wê bikaribin rê li ber jenosîdeke din bigirin'
 
Henan got ku rêxistinbûyîna jinên Şengalê wê bikaribin rê li ber jenosîdeke din bigirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Jinên Şengalê di kêliyên jenosîdê de xwe bi çek kirin û hember DAIŞ'ê hêza xwe ya parastinê ava kirine. Ji kûrahiya birînên xwe derman çêkirin. Wê dîrok Şengal û bersiva ku keç û xortên wê ji fermanê re ji bîr neke. Şengal wê bimîne pîroz û sembola azadiyê."