Gotibûn di sedsala 21’ê de naqewime lê li ber çavên cîhanê qewimî…

  • 09:06 3 Tebax 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Parêzer Guley Bor ya piştî qirkirina Êzidiyan di xebatên belgekirina qirkirinê de cih girt, got: "Di xebatek lêkolînê de kesekî got wê fermanên berê ji kal û bavên xwe guhdar kiriye lê gotiye qey hinek mezin dikin û wê di sedsala 21’ê de tiştek wisa neyê jiyîn. Lê ev hatin jiyîn, di 2014’an de li ber çavên hemû cîhanê hat jiyîn."
 
Di ser qirkirina ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa2014’an de li hember Şengalê pêk anî de 6 sal derbas bû. Bi hezaran kesî axa xwe terk kirin, bi hezaran hatin qetilkirin, revandin. Bi hezaran Êzidî ji bo nekevin destê çeteyan li çiyayên Şengalê dawî li jiyana xwe anîn. Aqûbeta gelek jin û zarokan jî hîna nayê zanîn.
 
Parêzer Guley Bor ya li ser qirkirina Êzidiyan xebitî pêvajoya hiqûqî ya der barê qirkirinê de axivî.
 
*Piştî qirkirinê we xebateke avakirina arşîvê pêk anî. Hûn dikarin behsa sedemên ku berê we dan van xebatan bikin?
 
Di pêvajoa lîsansa bilind de ez li ser binpêkirinên zayendkirinê yên civakî sekinîm. Wê demê mamosteyê min li ser binpêkirinên zayenda civakî û zayendî yên di pevçûna Yugoslavyayê de pêk hatibû xebitîbû. Bi jinên Bosna û Musliman Hirvat re. Xebatên wî bandor li min kiribû. Li aliyê din jî li Şengalê qirkirinek hebû. Min jî bi bursa ji dibistanê girt, bi STK’yek bi navê Yazda ya li Duhokê re xebitîm.Ji wê rojê şûnde min têkoşîna edaletê ya gelê Êzidî da.
 
*Şîdeta zayendî heta niha di hemû şeran de bi zanebûn û sîstematîk hat bikaranîn. Gelek jin di qirkirinê de rastî tecawiz, şîdetê hatin. Her wiha hûn bi jinên ku xilas bûn re jî hatin gel hev. Hûn dikarin hinek çavdêriyên xwe vebêjin?
 
Wek hûn dizanin 6 hezar Êzidî hatin revandin. Rojên ewil agahiyên muslimankirin û şîdeta zendî hatin, li ser vê malbatan jî jin red kirin. Lê lîderê olî yê Êzidî Şeyh di îlona 2014’an de biryar girt ku hemû jin û zarokên hatine revandin bê guneh in. Li ser vê helwesta gel guherî. Êzidiyên dîl hatin girtin ji aliyê mabatan ve piştgirî girtin. Li ser vê helwesta civakê jî guherî.
 
*Hûn dikarin têgehên ‘sûcên zayendî yên girêdayê pevçûnê’, ‘tecawiza qirkirinê’ hinek vebikin? Li dijî van sûcan divê çi bê kirin?
 
Şîdeta zayendî ya girêdayê pevçûnê; Girêdayê pevçûnekê, bi çalakiyên wekê leşkerî, psîkolojîk an jî siyasî li hember mezin, zarokan pêkanînên wekê tecawiz, esareta zayendî, bi zor ducanî hiştin û kisirkirinê. Tecawiza qirkirnê jî bi qesta ku nîjad, netew, koma olî ji holê bê rakirin, ev tecawiz û şîdeta zayendî ya qirkirinê teşkîl dike. ‘Tecawiza qirkirinê’ yekem car Dadgeha Cezaya UA ya Ruanda bi bir ara 1988'an Akyesu nas kir.
 
*We di nivîsek xwe de gotibû ‘Di nav gelê ku baweriya bi edaletê nemaye faliyetên belgekirinê meşandin qet ne hêsan e’. Hûn dikarin hinek behsa zor û zehmetiyên lêkolîna xwe bikin?
 
Piranî Êzidiyên ji cihê xwe bûn li kampên derdora Duhokê dijîn. Bêguman şert gelek xerab in. Xetereya DAIŞ’ê ligel wan e. Ev gel 73 caran rastî qirkirinê hatiye. Baweriya bi dewletê bi giştî winda kirine. Piştî qirkirinê dibînin ku yek DAIŞ’î nayê girtin û Şengal ji mayînan nayê paqijkirin. Di bin van şertan de bawerî jî namîne. Tenê daxwaza wan ya sereke xwarin û cihê starbûnê ye. An jî dixwazin biçin welatên din ji ber xwe qet ewle hîs nakin. Ji ber vê jî bi belgekirinê jî baweriya wan nemaye.
 
*Divê hûn bi aktîvîstên Êzidî re jî xebitî bin.Hûn dikarin hewldanên wan vebêjin. Xebata wan di çi astê de bû, têkiliyên we didomin?
 
Bêguman ne xebatek hêsan bû. Li aliyekî jinên jiyana wan xilas bûye dixwazin hinek tişan vebêjin li aliyê din jî naxwazin bi biyaniyan re biaxivin. Li aliyê din guhdarkirina van tiştan ji aliyê Êzidiyekî ve zehmetir e. Ji ber vê li ser wan zextek mezin heye. Li gorî min aktîvîstên Êzidî zêde piştgiriyê nabînin. Bi wan re têkiliyên min didomin. Xebatên belgekirinê piştî Nadîa Murat di 2018’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê girt şûnde zêdetir lez bû.
 
*Di daraza neteweyî de darizandina Qirqirina Êzidiyan çawa pêk tê, di kîja astê de ye?
 
Li Iraqê ev sûc niha wek qirkirin nayê darizandin. Ji ber qirkirin di qanûnên welat de nehatiye nasîn. Der barê vê de xebatek didome. Li aliyê din jî li cîhanê yekemîn darizandina qirkirina Êzidiyan dest pê kir. Li Elmanyayê li dadgehekê. Dadgeha Elman li gorî rêbazên rayeya gerdûnî welatiyekî Iraqê yê bi navê Taha al-J ji qirkirin, kaçaxvaniya mirovan û kuştinê didarizîne.
 
*Konseya Ewlehiya NY’ê di 2017’an de ekîbek lêpirsînê ava kiribû. Hûn faliyetên vê ekîbê dişopînin? Qirkirina Êzidiyan di hiqûqa navneteweyî de di kîja astê de ye?
 
Dosya mixabin neçû UCM’ê. Lê geşedanên girîng hatin jiyîn. Ekîbek lêpirsînê hat avakirin. Vê ekîbê, sûcên şer û yên DAIŞ’ê kirine, sûcên li dijî mirovahiyê lêkolîn kirin. Di vê çarçoveyê de bi kesên xilas bûne re hevdîtin tê kirin, ji bo gorên komî bên vekirin û nasnameyên cenazeyan bên tespîtkirin xebat tên meşandin.
 
*Li gorî we fikarên civaka Êzidî yên der barê qirkirinê de hîna hene? Li gorî we xetere derbas bûye? Li gorî we dengê xwe bi cîhanê dan bihîstin?
 
Teqez dan bihîstin. Biryara BMGK’ê, Xeleta Nobelê ya Nadîa Murad nîşaneya vê ye. Xwe baş rêxistin kirin. Tevî vê fikarên wan zêde ne û dibêjin ku wê qirkirin dubare bibe.