‘Em ê destûrê nedin qanûnên ku jinan hêrs dikin’

  • 09:04 3 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya diyar kir ku ji bo kuştinên jinan dawî bibin divê AKP dest ji qanûnên kêfî berdin û got: “Em ê destûr nedin qanûnên ku jinan hêrs dikin.”
 
Bertekên li dijî qanûna efûyê ya ‘bi riya zewacê ji gumanbarê îstîsmarê re’ bêcezabûnê tîne didomin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hawar Derya der barê mijarê de axivî û got divê demildest dev ji vê qanûnê bê berdan.
 
‘Em her roj bi nûçeyên îstîsmarê şiyar dibin’
 
Hawarê daxuyakirin ku her roj bi nûçeyên îstîsmara zarokan û kuştinên şiyar dibin û got ev binpêkirinên mafan yên bûne sîstematîk, di civakê de kaosek mezin ava dike û wiha got: “Tu kes jiyana xwe di ewlehiyê de hîs nake. Ji ber zîhniyetên ji vê berpirs peywira xwe naynin cih. Rayedarên hikûmetê jî li dijî civakê berpirsyariyên xwe naynin cih. Ligel vê koasê girantir dikin.Me jinan ku berê jî gotibû ‘Ev wisa derbas nabe em jin destûr nadin vê’. Ji ber emli dijî vê derketin em rastî rêbazên cuda yên şîdetê hatin. Ji ber vê jî gumanbaran cesaret girtin.”
 
‘Em mafên xwe nadin xwarin’
 
Hawarê di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Zarokên berê bi dozên xwînê û kevneşopiyên tûnd dihatin zewicandin niha jî bi qanûna di rojevê de ye hewl didin bên zewicandin. Ev feraseta sapik û ji rêderketî civakê û jinan hêrs dike. Divê demildest dest ji vê qanûnê bê berdan û li ser mijara ku gumanbar divê çawa bên cezakirin bên axaftin. Tu niyeta me tune ku em mafên xwe yên qezenckirî winda ikin. Ji ber vê em bang li hikûmetê dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih.”