ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2020'AN

  • 09:00 3 Tebax 2020
  • Rojev
*Êzîdiyên ji ber komkujiya DAIŞ’ê reviyan û bi hêviya bijîn koçber bûn, 6 salan bi gelek pirsgirêkan re hatin rû hev. Êzidî vê carê 6 mehe nikarin derman bibin û ji ber pereyê dermanan nikarin xizmetê bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Jina Êzidî Besîma Dawûd teqez kir ku  çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de, li dijî kurdên Êzîdî fermana 73’an pêk anî û got: "Komkujiya li Şengalê weke yek ji hovîtiya herî mezin a dîroka nêz a mirovahiyê tê dîtin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm têkildarî komkujiya Şengalê de wiha got:"Divê kesên komkujiya Şengalê pêk anîn bê nemînin û hesab ji wan bê pirsîn." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Şam Receb a berhemên keda destan çêdike da zanîn ku jin li ku derê dibe bila bibe bi keda destê xwe dibe afrînera jiyanê û got: "Ez bi karê destan xwedî li mîrasa bi hezaran salan ên jinê derdikevim."DÎMEN HEYE
 
*Seroka Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya li Lubnanê Henan Osman fermana 73'an ku di serdema 21'an de li dijî Kurdên Êzîdî pêk hat nirxand û got: "Li peyî jenosîda serdema 21'an hevpeymanên navneteweyî hebû." 
 
*Endama Mala Êzîdiyan Rûşîn Mûse di derbarî salvegera fermana 73'yan de wiha dibêje: "Bi pêşengtiya YJŞ'ê artêşa jinên Kurdên Êzîdî hat avakirin û wê ev artêş tola hemû jinên Êzîdî hildin."DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya diyar kir ku ji bo kuştinên jinan dawî bibin divê AKP dest ji qanûnên kêfî berdin û got: “Em ê destûr nedin qanûnên ku jinan hêrs dikin.”
 
*Parêzer Guley Bor ya piştî qirkirina Êzidiyan di xebatên belgekirina qirkirinê de cih girt, got: "Di xebatek lêkolînê de kesekî got wê fermanên berê ji kal û bavên xwe guhdar kiriye lê gotiye qey hinek mezin dikin û wê di sedsala 21’ê de tiştek wisa neyê jiyîn. Lê ev hatin jiyîn, di 2014’an de li ber çavên hemû cîhanê hat jiyîn." DÎMEN HEYE
 
*K.S. ya ku rastî tundiya sîstematîk ya mêrê ku pê re zewicandî hat, diyar kir ku ewlehiya canê wê tune ye û wiha got: “Salek piştî zewacê min serlêdan kir. Gotin tenê em dikarin sê rojan biryara dûrxistinê bidin û ez şandim malê.” K.S. hîna bi gumanbarê şîdetê re li heman malê dijî.
 
*Jinên Mêrdînê dest bi komkirina ecûr û petixan kirin û di heman demê de li bazaran jî li ser tezgahan berhemên xwe difroşin.
Li Mêrdînê ecûrên ku gelek navdar in niha dest bi komkirina wan hatiye kirin. Jinan li Deşta Mêrdînê ya girêdayê Artukluyê li bîstanan dest bi komkirina petîx û ecûran kirin û her wiha li ser tezgahên ku li serê kolanan ava kirine berhemên xwe difroşin.DÎMEN HEYE
 
*Endama Weqfa Jinên Şengalê Riham Hisên têkildarî salvegera komkujiya Şengalê de da zanîn ku tevî hemû zehmetiyan wan rêya têkoşînê hilbijartin û wiha got:"Çi dibe bila bibe em dev ji çand û kevneşopiya xwe ya têkoşînê bernadin."DÎMEN HEYE