'Wê rêxistin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên li dijî fermanên dagirkeran'

  • 16:04 2 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî salvgera 6'emîn a fermana Şengalê şermezar kir. 
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û jinên Şengalê hatin revandin. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava di salvgera 6'emîn a fermanê daxuyaniyek nivîskî weşand û dan zanîn ku Ew wek Koordînasyona Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ev ferman û komkujiya li ser Kurdên Êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êzidî  şermezar dikin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Di salvegera 6'emîn a fermana 73'an qirkirina Şengalê, em weke Koordînasyona Kongreya Star, bi tûndî dîsa bi heman hestên azadîxwaz û tekoşer şermezar dikin. Doh çawa ku li hember van êrîşên hovane, di pêşengtiya jinên Kurd YJA STAR,YPJ'ê, YJŞ'ê de ber xwe da, DAIŞ û zîhniyeta wê bin xwist, îro jî bi heman sekin û hişyariyê têdikoşin, berdewam e. Êş û bîrînên me hîn weke doh teze ne, hîn xeterî û êrîşên li ser jinên Êzîdî, civaka me ya Êzîdî derbas nebûne. Îro jî weke doh, ew êrîş û qirkirin, ne tenê li ser civaka Êzîdî, li ser hemû Gelê Kurd û gelên azadîxwaz bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Taybet jî li ser jinên Kurd. Ew zîhniyeta DAIŞ'ê, vê carê jî bi destê dewleta tirk bi awayekî eşkere li ser Şengal, Rojava, Bakûr û Başûrê Kurdîstanê tê berdewamkirin. Dest davêjin jinên Kurd, qirkirina siyasî dikin, xwezaya Kurdîstanê hildiweşînin, topbaran dikin, dagir dikin, gunda vala dikin, gelê me koçber dikin, çanda me ji qirkirinê re dixwazin bi vî awahî derbas bikin. Taybet fermana ku li ser Êzîdiya dabûn, îro bi temamî li ser Gelê Kurd dane. Lê li hember hemû wan êrîşan, çawa ku gel û jinên Êzîdî, di xweliyên xwe de, xwe ji nûve afirandin, wê wisa jî li her derê li ber xwe bidin. Her roj, li ser pîrozgeha Êzîdxanê, Laleşê, bi feraseta paradîgmaya netewa demokratîk, bîr û baweriya xwe ve tavê dertînin.
 
Dagirker bi rêya fermanan dixwazin desthilatdariya xwe berdewam bikin
 
Bi kûrtahî ger em dîrokê bi bîr bînin; Wekî ku tê zanîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Êzidiyên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAIŞ’ê xwestin fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikir û felsefeya Ezdayîtiyê ji holê rabikin. Ji ber ku ev fikir û felsefe bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê Zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Ji bo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê, hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewamkirin.
 
Dixwastin bi qirkirina jinê re civakê bikin kole
 
Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser Êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Di encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destên DAIŞ’ê û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birîndar bûn û hatin qetilkirin. Bi hezaran mirovên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku bi qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin. Bi vê rêyê, xwestin qetliyamê pêk bînin lê belê, ev plan û projeya dagirker û hevkarên îxanetkar bi ser neket û vala hatin derxistin. Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û korîdora azadî û rizgariyê vekirin û hemû civaka Êzidîyên li Şengalê gihandin warên ewle. Di encamê de Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û wekheviya gelan xwedî çand û baweriyên cuda, li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê, zindî û rêxistin kir.
 
Niha Kurdên Êzîdî xwe bi rê ve dibin û xwe bi xwe diparêzin
 
Xwestin bi destên DAIŞ’ê demografya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya Kurdên Êzîdiyên herî qedîm pêk bînin. Lê belê, taybet jî ji aliyê hêzên azad ên YPJ’ê ve li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst, berxwedan û tekoşîneke pir mezin dan nîşandan û tesîreke pir mezin di raya giştî de jî dane avakirin. Bi hezaran ciwanên kurd canê xwe feda kirin û ji bo Kurdên Ezidî careke din vegerin ser axa xwe hewildanên pir mezin dan avakirin. Dîsa, hêzên YPG-YPJ jin û zarokên civaka Êzidiyan ji destên DAIŞ’ê xilas kirin û hiştin ku jin û zarokên Êzidî bigehêjin malbatên xwe û vegerin ser axa xwe. Di rewşa niha de Kurdên Êzidî gihîştine wê astê ku,  tevî jin û ciwanên xwe, xwe bi rê ve dibin û xwe diparêzin. Ew jinên ciwan ên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, di roja me ya îro de, di nava hêzên YBŞ û YJŞ’ê de cihên xwe digirin û bi guhertineke dîrokî ve gelên xwe û axa xwe diparêzin. Îro,  Êzidî vê daxwaze dikin; li ser axa xwe bi baweriya xwe ve azad bijîn, rêxistina xwe xurt bikin. Di tevahiya Iraqê de, ji bo ku jiyana xwe û azadiya xwe bixin bin ewlekariyê, daxwaza statuya Şengalê dikin. Em jî piştgiryê didin vê daxwaza Êzidiyên Şengalê.
 
Hêzên YPG-YPJ'ê zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê bin xistin
 
Hêzên YPG-YPJ’ê yên ku li hember zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin û li ser navê mirovatiyê DAIŞ bin xistin û Kurdên me yên Êzîdî, gelên Ereb û Rojava rizgar kirin; di roja me de, em dibînin ku, ji aliyê dewleta tirk ve, li ser van herêmên me yên rizgarkirî, êrîş û dagirkerî pêk tê û bi van êrîşan ve tasviyekirina YPG-YPJ'ê tê hedef girtin. Taybet hêzên desthilatdar yên ku duh li hember DAIŞ, li gel YPG-YPJ bûn, îro li gel daxwaza tirka, hewl didin ku YPG-YPJ’ê têxin lîsteya terorê. Şûna ku aliyê hêzên YPG-YPJ yên xilaskerê mirovahiyê de cihê xwe bigirin, berovajî vê yekê piştgiriyê didin devleta tirk û hêzên wê çeteyên DAIŞ’ê. Ev feraseta wan, li dijî exlaqê civak û mirovatiyê ye. Em dixwazin bala raya giştî jî bikşînin ser vê rastiya berjewendîperest yên hêzên desthilatdar.
 
Di pêşengtiya jin û ciwanan de, hemû gel bi hev re têbikoşin
 
Dîsa îro bi heman ferasetê, ji aliyê dewleta tirk a faşîst û dagirker ve, li ser Bakurê Rojhilatê Sûriya Demokratîk û hemû perçeyên Kurdîstanê êrîşên dagirkeriyê berdewam dikin. Divê em li hemberî tehdîdên li ser Şengalê û pilana dagirkirin a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêşengtiya jin û ciwanan de, hemû gel bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin. Bi rihê Hevrînan, Zehrayan û dayikên Akîde û Emîneyan, seferberiyê dest pê bikin û li dijî zihniyeta serdestiya mêr, tekoşînê mezin bikin, qetliyam û dagirkeriya li ser jin û civakê bisekinînin. Divê ji her demê bêhtir em destkeftiyên şoreşa Rojava xwedî derbikevin. Em vê ji bîr nekin ku, xwedîderketina Şoreşa Rojava, heman demê de parastina Şengal û hemû Kurdîstanê ye. Em bi vê heqîqatê, bangewazî dikin ku hemû civak, pêkhate, bawerî û hêzên aligirên demokrasiyê yên çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, çi li hemû perçeyên Kurdîstanê û Şengalê dijîn, divê bi hev re li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirkan yekitiya xwe ava bikin û axa xwe bi hev re biparêzin. Di heman demê de em bang ji raya giştî ya navnetewî jî dikin da ku li hemberî êrîşên dagirkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Demokratîk û Şengalê bikevin tevgerê û bêdeng nemînin.
 
Ev ferman tu caran nayê jibîrkirin
 
Em wek Koordînasyona Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ev ferman û komkujiya li ser gelên Êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êzidî carek din şermezar dikin û salvegera vê roja tarî û qirêj bi bîra hemû civak û raya giştî tînin û dibêjin divê ev ferman û politikayên qirêj yên li ser çand û baweriyên pîroz û dîrokî, wê tu carî neyên jibîrkirin û li hemberî vê yekê têkoşîn û berxwedaneke mezin bidin avakirin. Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran. Rêxistinbûyîna jinên cihanê wê bibe bingeha stratejî û taktika îdeolojiya hevjiyana azad û netewa demokratîk.