Li Kobanê jinek hat qetilkirin
- 14:24 2 Tebax 2020
- Rojane
KOBANÊ - Duh şev jina bi navê R.Ş.H ya 19 salî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
Li bajarê Kobanê jina ciwan a bi navê R.Ş.H a temenê wê 19 salî ye ku beriya demekê zewicî bû û ducanî bû, ji bo ziyaretê hatibû mala dayika xwe, birayê wê R.M bi çekê R.Ş.H qetil dike.