Malbatên pakrewanên komkujiya Helincê, ew di çil rojiya wan de bi bîr anîn

  • 11:56 2 Tebax 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Sê jinên pêşeng û Rêvebirên Kongreya Star ku li gundê Helincê di encama êrîşên balafirên dewleta tirk yên bê mirov de hatibûn qetilkirin, di çil rojiya xwe de li Goristana Şehîd Dicle hatin bibîranîn.
 
Di 23’yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê li malekê da û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star ya navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Malbat û rêhevalên wan îro di çilrojiya wan de li Goristana Şehîd Dicle ya Herêma Firatê ew li ser gorên wan bi bîr anîn. 
 
Ji ber sedema Virûsa Korona sazî, partî û gelê herêmê nekarîn di bîranîna çileyê wan de amede bibe. Kesên ku li ser goran amede bûn wecibên olî pêk anîn û şekir li ser goran li kesên amede û zarokan hate belavkirin.