‘Em bi hevsengiya xwezayê dilîzin û dawiya xwe tînin’

  • 09:10 2 Tebax 2020
  • Rojane
QERS - Teknîsyena tenduristiyê ya Veterîner Ayla Bîngol bi lêv kir ku şîdeta li dijî sewalan divê bigirin çarçoveya sûc û divê herkes mafê sewalan biparêze û got: “Em bi hevsengiya xwezayê dilîzin û dawiya xwe tînin.”
 
Şîdeta li ser sewalan zêde dibe û ji bo gumanbaran jî tenê cezayê pere tê birîn. Li aliyê din li seranserê welat ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê ve ji bo nêçîra 480 pezkovî, 39 bizinên çiyê, 9 mîhiyên biyanî yên Anatolya, 14 xezal, 89 xezalên sor, 167 karacayî destûr da. Ji bo qetilkirina pezkoviyên li Dêrsîmê îhale vekir û li ser berteka rayagiştî hat betalkirin. Lê li Çewlîkê îhaleya qetilkirina sewalan di rojevê de ye.
 
Teknîsneya tenduristiyê ya veterîner û endezara Zooteknî ya li stargeha sewalan a şaredariya Qersê dixebite, Ayla Bîngol der barê şîdeta li hember sewalan de axivî.
 
‘Li her derê li hember sewalan îşkence heye’
 
Aylayê bi lêv kir ku li her derê cîhanê li hember sewalan şîdet heye û got: “Psîkolojiya van kesên li dijî zindiyên bêparastin şîdetê pêk tîne ne normal e. Gelo mirovek çawa li ser sewalan vê îşkenceyê dike. Zêdebûna şîdeta li ser sewalan nîşan dide ku li welat sewal nayên parastin. Divê em ji bîr nekin ku em li dijî sewalan berpirs in. Divê şîdeta li hember sewalan bikeve çarçoveya sûc.”
 
Aylayê daxuyakirin ku wezaret ji bo fêdeyên xwe dixwaze pezkoviyan tune bike û li şûna divê ev nifşê sewalan yê li ber tunebûnê ye bê parastin hewl tê dayîn bê qetilkirin û got: “Ev hewldana komkujiyê nayê qebûlkirin. Em bi hevsengiya xwezayê dilîzin û dawiya xwe tînin.”