Jinên Sûrê xwe ewle hîs nakin!

  • 09:05 2 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Jinên Sûrê diyar kirin ku hikûmet gumanbarên tacîz, tecawizê û yên şîdeta li hember jin û zarokan dikin, ceza nake loma hikûmet sûcdar e û wiha gotin: “Em êdî nikarin zarokên xwe emanetê kesî bikin, em newêrên derxînin derve. Lê divê zarok azad mezin bibin.”
 
Li şûna ku gumanbarên şîdetê li hember jin û zarokan sûc dikin bên cezakirin Tirkiye hewl dide ji Peymana Stenbolê vekişe. Jinên ji bo Peymana Stenbol û destkeftiyên jinan daketin qadan, bertekên xwe yên li dijî hikûmetê tînin ziman.
 
Jinên li Sûr a Amedê dijîn diyar kirin ku ewlehiya wan tune ye û li vî welatî bi rehetî nikarin derkevin kolanan.
 
‘Divê cezayê muebetê bê dayîn’
 
Remziye Tan ku got divê gumanbar bê ceza nemînin wiha got: “Gelo dayik zarokên xwe ji bo vê tînin dinê? Ez êdî newêrim zarokên xwe ligel kesî bihêlim. Ez deqeyekê zarokên xwe ji gel xwe venaqetînim. Hemû dayik wek min in. Bila cezayê muebetê bidin tacîzkaran ku carek din tiştekî wisa nekin. Divê dayik têbikoşin û pêşî li vê bigirin.”
 
‘Divê jin dest bidin hev’
 
Zelal Katar ku li 4 zarokên xwişka xwe dinêre diyar kir ku ew dixwazin hem ew hem zarokên wan rehet bijîn û got: “Em dixwazin zarok azad bin. Lê em newêrin bişînin cihekî. Divê li kolanê bilîzin lê em newêrin. Em li dijî her cureyê şîdetê ne. Mêr jinan qetil dikin. Yên vê dikin divê cezayên giran bigirin. Dewlet kujer û tecawizkaran berdide. Dviê jin dest bidin hev û li dijî vê têbikoşin.”
 
‘Divê cezayê giran bên dayîn’
 
Şukran Eker jî wiha got: “Tu gunehê zarokan tune ye. Çi ji wan dixwazin? Zarokên me hene, tu dayik naxwazin tiştek wisa bê jiyîn. Em naxwazin êşa zarokên xwe bijîn. Em bi tirs zarokên xwe dişînin cihekî. Em her tim bi fikar in. Divê cezayê giran ji bo gumanbaran bê dayîn. Lê tên berdan û dîsa heman tiştî dikin.”
 
‘Tecawizkar ne mirov in’
 
Songul Devecî jî bertek nîşan da û daxuyakirin ku yên tecawizê jin, zarok û sewalan dikin ne mirov in û wiha pê de çû: “Ez ditirsim tenê biçim cihekî. Divê gumanbar cezayên giran bigirin. Polîtîkayên bêcezabûnê rê li ber zêdebûna bûyeran vedike. Divê em bi yekîtî li dijî vê têbikoşin.”
 
Esnaf Fatma Arpa jî balkişand ser polîtîkayên bêcezabûnê û wiha berdewam kir: “ Divê cezayên giran li van bên birîn. Divê jin xwe qels nebînin. Jin xurt in. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin.”