Tevî astengdariya xwe li ber xwe dide

  • 09:04 2 Tebax 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jina astengdar a bi navê Hemîde Ekrem di temenê xwe yê biçûk de bi nexweşiya menenjitê dikeve û heta niha têkoşîna jiyanê dide. Têkildarî mijarê hevjîna birayê Hemîdeyê,  Cîhan Ebdo wiha got: "Tevî ku Hemîde astengdar e û zehmetiyan dikşîne, bi gelê Efrînê re di bin konan de li ber xwe dide."
 
Ji 18'ê adara 2018'an de gelê Efrînê koçber bûn û li Şehbayê li kampan bi cih bûn. Di her kampekê de di her quncikekê de çîrokek bi êş ên malbatê Efrînê hene. Yek ji wan jina bi navê Hemîde Ekrem a 34 salî ye û ji gundê Beradê ya navçeya Şêrewa ya Herêma Efrînê ye. Di temenekî biçûk de ji germahiya zêde nexweşiya menenjitê dikeve û astengdar dibe. Piştî koçberiyê malbatê Hemîde li kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê bi cih dibin. Rewşa tenduristiya Hemdiye her ku diçe dijwartir dibe. Girêdayî nexweşiya Hemdiye hevjîna birayê Hemîdeyê, Cîhan Ebdo ji ajansa me re axivî. 
 
'Em astengiyan bi têkoşîna xwe derbas dikin'
 
Cîhanê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser zehmetiyên koçberiyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dewleta tirk a dagirker bi hemû çekên giran êrîşî Herêma Efrînê kir û bi hezaran mirovên resen ên Efrînê bi darê zorê koçber bûn û niha li kampan berxwedana xwe didomînin. Armanca mayina me li kampan vegera ser axa pîroz e. Li kampan jiyan dijwar e, lê dema armanca mirovan diyar be em hemû astengiyan bi têkoşîna xwe derbas dikin. Hêviya me jî ew e ku em axa xwe zûtirîn ji destên dagirkeran xelas bikin û biçin ser axa xwe bi azadî bijîn."
 
'Germahiya zêde nexweşiya Hemîdeyê xerabtir dike'
 
Cîhanê di dewama axaftina xwe de balkişand ser nexweşiya Hemîdeyê û wiha domand: "Ji roja ku Hemîdeyê ji dayik bûye heta du saliya wê tu nexweşiya Hemîdeyê tune bû, lê bi bilindbûna heraretê nexweşiya menenjitê lê çêbû û astengdar bû. Niha em li kampan dijîn û germahiya zêde nexweşiya Hemîdeyê xerabtir dike. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn ji ber Hemîdeyê nedikarî bimeşe gelek êş kişand. Tevî ku Hemîdeyê astengdar e û zehmetiyan dikşîne, bi gelê Efrînê re di bin konan de li ber xwe dide. Niha jî Hemîdeyê bi alîkariya min û birayê wê tevî astengdariya xwe li ber xwe dide."
 
'Hêviya me vegere ser axê ye'
 
Cîhanê herî dawî hêviyên xwe wiha anî ser ziman: "Her çiqas nexweşiya Hemîdeyê giran be jî em her dem parastina wê dikin. Her wiha li Efrînê mal ji bo Hemideyê baştir bû.  Hêviya me ew e ku em di demek nêz de vegerin li ser axa xwe û jiyanek dûrî koçberiyê, êş û zehmetiyan bijîn."