‘Di nav qêrînan de bi hezaran can li pey me man’

  • 09:02 2 Tebax 2020
  • Rojane
Medîne Mamedoglu-Meyda Uren
 
MÊRDÎN-ÊLIH - Jinên ji Şengalê ji ber qirkirina DAIŞ’ê reviyan û hatin bajarên Kurdan bicih bûn gotin: “Ji her derê xwîn diherikî. Di nav qêrînan de me bi hezaran can li pey xwe hiştin. Bi wan re em jî mirin.”
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’a de êrîşê Şengalê kirin û ji ber qirkirinê bi hezaran Êzidî ketin riyan. Gelek jin dîl hatin girtin û gelekan întîxar kirin. Hîna gelek jin û zarokên agahî jê nayên girtin hene. Êzidiyên derbasî Tirkiyeyê bûn li bajarên wek Amed, Êlih, Mêrdîn, Wanê bicih bûn. Bi piştgiriya şaredariyên DBP’ê têkoşîna jiyanê dan.
 
Bi peşengiya şaredariyan li kampên hatin avakirin hatin bicihkirin. Lê di 2016’an de bi qeyûman re kamp hatin valakirin. Yek ji van kampan jî ya Yenîşehîr a Amedê bû.
 
Beşeke 4 hezar Êzidiyê vê kampê di 2017’an de li Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê hatin bi cihkirin. Di 2018’an de jî kamp hat girtin. Beşek Êzidiyan li xaniyên kirê bicih bûn.
 
‘Hinekan di rê de jiyana xwe ji dest dan’
 
Xate Enz piştî ji kampê hat derxistin li xanî bi cih bûne. Xate wiha got: “Em di 2014’an de ji Şengalê derketin hatin vir. Hinek di rê de mirin. Em li kampa Amedê bicih bûn. Me hewl da em hinekî tiştên hatine serê me ji bîr bikin. Lê piştre em derxistin û anîn Mîdyadê. Ereb jî li vê kampê diman. Lê navbera me de têl hebû. Gotinên nefretê dianîn ziman. Em du salan li wir man piştre derketin.”
 
‘Me gelek pirsgirêk dît’
 
Xate û malbata xwe bi mehan li xanî digerin û piştre xaniyekî dibînin û got: “Kes naxebite. Em nikarin xwarina xwe bigirin. Piranî Êzidî çûn Ewropayê. Em niha kêm li vir mane. Yên mane jî dukan vekirine debara xwe dikin. Me gelek pirsgirêk dît. Em nikarin kirêya xwe bidin.”
 
‘Min bêriya axa xwe kir’
 
Xate daxuyakirin ku bi salane ji axa xwe dûr in û got ji ber vê hesretek mezin dikşînin û wiha pê de çû: “Min bêriya axa xwe kiriye. Bi salane em li vir in lê em bi hesreta axa xwe dijîn. Me her tim cih guhert. Tu cih ne wek warê me ye. Êşên me jiyan jî tu car jibîr nabin.”
 
Êzidiyên li kampên Êlihê bicih bûn jî piranî li konên li gundê Qorixa ya Beşîrî hatine avakirin dijîn. Yek ji van jî Koçer Hemet ya dayika 8 zarokane û 80 salî ye.
 
'Her tim xwestin Êzidiyan tune bikin lê nikarin tune bikin'
 
Koçerê wiha dest bi gotinê kir:“Ez Koçer Hemet, temenê min hema bêje digihêje 60’an. Ez li gundê Sîba Şêx Xidir mezin bûm û li wir zewicîm. Dayika 8 zarokan im. Hevserê min zewaca duyem dike û gelek zarokên wî çêdibin. Ji zarokan heyanî neviyan di malê de girseyek mezin çêdikir. Zarokên min gelek jê zewicîne niha tenê keç û kurekî min li gel min. Tevî hemû zehmetiyên jiyanê ku piştî  73 fermanan em nikarin bêjin jiyanek me ya asayî û ji rê zê hebû. Her tim di bin siya wan fermanan de me jiyana xwe diborand. Lê tu carî me dev ji rastiya xwe berneda. Her tim xwestin Êzidiyan tune bikin lê nikarin tune bikin. Me li dijî nîjadperestî û olperestiyan li berxwe dan.
 
‘Di nav hewaran de bi hezaran can li pişt me man’
 
Koçerê wiha got:"Şengala dîrokî û pîroz xwedî çarenûsek bi xwîn bû her tim. Kurdên ku li dijî hemû êrişên nîjadperest û olî xwe spartine kevaneya çiyayên şengalê mixabin vê carê jî ji wehşetê nekaribûn xilas bibin. DAÎŞ gund bi gund diket xaka Şengalê û komkujî dikir. Îro car din dîrok rojek reş li rûpelên xwe nîşe digire. Îro car din li Şengalê qetlîm e û fermana 73’yemîn e. Li Sîba Şêx Xidir dîrok 10’ê meha 8’an a 2014’an nîşan dikir. Di saet 2’yê şevê de dengê  hewan û gurmîna şer nêz dibe. Gundiyan bang hev dikir û hewarê digihandin hev. ‘Hewar e! Çeteyan gundê Girzerê  girtin. Vaye ber bi gundê me ve jî êriş dikin.’ Dema Koçber qala wan gotinan dikir dil bi xem dibû û digot: “Em tev li ser ban razabûn. Keçên min ên ku zewicîne jî hatibûn serdanê. Heya me xwe da hev û em derketin hêdî hêdî tarîtî dişkest. Kesê ku trimbêlê wan hebû siwarbûn derketin yên tunebûn jî li pişt diman bi meşê yeqîn dikirin birevin. Hîna em derneketine hawan li ber me diketin, li nava gund li kuçeyan û li ser avahiyan diket. Di nav hewarê de bi hezaran can me li pişt xwe hişt û em derbasî gundekî  Xeyalê a ku nêzî gundê me ye."
 
‘Li her cihê Şengala min xwîn diherikî’
 
Koçerê bêhna xwe da û got: “Me dixwest em jî li ber xwe bidin û şer bikin, lê li hemberî çekên wan tenê keleşînkof hebû. Ew jî serê malê kesek hebû. Bi wê me nedikarî 25 kesî biparêzin. Lewra derfet heban min ê bi xwe di çeperên şer  de cih girtiba. Gelek derbas nebû çeteyan êrişî gundê Xeyalê jî kirin. Di nava hewar, qêrîn û dengê hawanan de me lez kir ku em xwe xilas bikin. Me li dor trimbêla xwe karton pêçabûn û me xwe li erdê re nizm dikir. Weke ku mirin li ber guhê me bû me nedikarî serê xwe rakin. Ji carekê min serê xwe bilind kir. Ka ez çi bibînim li her cihê warê min xwîn diherikî weke robarê. Termê zarok û ciwanan bi wehşetek mezin re erdê radizan. Ez gêj bûm û ji ser hişê xwe çûm. Ji nişka ve keça min milê min girt û got porkurê tu dixwazî me jî bikujî. Weke erdhejek li min bikeve min kir qêrîn. Ma can maye ku em jî bimînin. Bila me jî bikujin! Bi zorê min jî nizim kirin û em gihiştin li ber qûntarê çiyayê Şengalê. Dayika Koçer got ji her pêngava me hûn ê serpêhatiyên mezin derxin. Lewra heya em gihiştin ber quntarên çiyayê Şengalê bi hezaran kes hatin qetilkirin. Tişta me nedît nema.”
 
‘9 rojan em tî û birçî man’
 
Koçerê qala dema ew ber bi çiyê ve direvin dike û dibêje: “Em bi hezaran malbat 9 rojan tî û birçî man. Pêxwas li ser zinarên hişk û di nav tozê de ber bi sînorê Rojava ve diçûn. Ger mirov ji tîna bimire wê di nav vê zilmê de can daba. Me bi dilopan zimanê zarokan şil dikir. Çiqas sedema koçberiya me heman be ji her malbatek xwedî çîrokek cuda bû. Ê ku keça wê, diya wê, hevala wê birin e. Yê ku hevserê wê serjêkirine û kesek ji malbata wan nemane hebûn. Ev jiyana me bû. Destê xuda li ser serê wan be, gurubek heval hatin me xilas kirin. Bi tirimbêlan me zarok û jin rakirin. Dest dan destên me û me ji mirinê rizgar kirin. Me gihandin ser xaka Rojava. Li wir weke bêhndana xwe em bikin ji ber şer me ber bi bakur ve rê girt. Gelek ji me li Rojava man. Em li ser sînorê gundê Robozik re derbasî Qilabanê bûn. Li vir ji tirimbêl hatin ji pey ve û me derbas kirin.”
 
‘5 sale em di bin çadiran de ne’
 
Koçerê wiha dewam kir:"Dema em koçber bûne ji malbata me tenê em 25 kes bûn. Heya em hatin Êlihê em 3 kes man. Hevserê min û hevjîna wî bi zarokên xwe ve derbasî başûr bûn car din. Terka me kirin. 4 zarokên min jî li Başûr zewicîne û 2 lawên min jî derbasî Ewropa bûn. Ez û du zarokên xwe li gel hev dimînin. Keça min 22 û kurê min jî hîna 20 salî ye. Ji 25 kesan em ewqas man. Dema em hatine heyanî par em di çadiran de bûn. Beriya 9 mehan vê kulikî dan me. Piştî evqas tiştan veger gelek zor e. Yan veqetîna ji wir dûrketina ji wir ji me re bi serê xwe îşkenceyek bû. Em xaka wir nadin bi tu dirav û zêran.”
 
‘Gotin têr nake’
 
Koçerê dibêje jiyanê bar û birînên giran li ser milê wan hişt û wiha berdewam kir: “Tiştek hêsan nîne. Bifikirin van zarokan wan tiştan bi çavê xwe dît. Êdî jiyanek wan ya ji rêzê çênabe. Paşeroj di paş de namînin. Hertim li pey me tên. Gelek kes li ber çavên me çûn. Çeteyan wan xapand. Gotin em ê dest nedin we û malê we. Hûn ê azad bijîn li ser xaka xwe bin. Mêr li ber çavê jinan serjê kirin û jin jî revandin. Xwestin rûmet û vîna me bişkînin. Dema em bi tirimbêlê direviyan gelek kesên bi piyan direviyan pêşiya wan girtin û birin. Gule dihatin avêtin û li ber çavên me xelk dimir. Van çavan çi dît hûn pê nizanin. Gotin têr nake ji van bûyeran re. Heyfa qîz û lawan ewqas li ber xençera bêwijdanan re bûn rêz.”